23 Rêxistinên sivîl, mafnasî, û yên jinan, nameyekê bo Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriya Demokrat dişînin, û daxwaza bidawî anîna doseya revandin û leşkerkirina zarokan dikin

– Rêzdar: Bêrîvan Xalid, û Rêzdar: Ebd Hamid El-Mihbaş, herdu serokên hevbeş ên Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.
– Rêzdar Mezlûm Ebdî, serokê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).Em hejmareke rêxistinên ku me li ser vê nameyê îmze kiriye, berê xwe didin we, wekî aliyên ku rêveberiya herêmê dikin, û ji we dixwazin ku hûn ji dil bo girtina doseya revandin û leşkerkirina zarokan kar bikin, û wan li malbatên wan vegerînin, herwiha kes û komên di nav we de, ên ku zarokên ne gihayî direvînin û dikin leşker ji hev bixînin, û wan li ser van binpêkirinên mafên mirov ku digihêjin asta sûcên cengê, siza bikin.

Di heyama salên buhurî de, ”tevgera Ciwanên Şoreşger“ û hin aliyên din jî, hejmareke mezin ji zarokên ne gihayî revandin û kirin leşker, û di siya rewşa awarte ya ku herêm tê de derbas dibe û nebûna lêpirsîn û siza kirinê, êdî koma ku navê ”Ciwanên Şoreşger“ li xwe dike, siyaseteke rêbazkirî ji bo revandin, û leşkerkirina zarokan li herêmên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk bi rê ve dibe.
Rêzdar Mezlûm Ebdî,
Em dixwazin bînin bîra we, ku we wekî Hêzên Sûriya Demokratîk, û bi amadebûn û serpereştiya nûnera taybet a raspêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, a têkildarî karûbarên zarokan di heyama şerên çekdarî de ”Virginia Gamba“, peymanek li navenda Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê di sala 2019an de îmze kir, û we tê de soz da ku hûn zarokên ne gihayî yên bûne leşker ji nav hêzên xwe dûr bixin, û êdî kesên jêr 18 salan di nav refên hêzên xwe de qebûl nekin, lê ev peyman -gorî ku di her sê salên buhurî de hat xuya kirin- tenê ximav li ser kaxezê ma, çi ku revandina zarokan ji hembêza malbatên wan, û ji ser textebendên xwendinê dom kir, her ber bi baregehên perwerdekirin û çekdarkirinê ve, ku malbatên zarokan nikarin cihê wan nas bikin, wan bişopînin, û ne jî têkiliyê bi wan re bikin.
Ev kiryar wekî binpêkirineke berçav ji rêkeftin û peymanên navdewletî re tê dîtin, û bi taybet rêkeftina mafên zarok a cîhanî di Neteweyên Yekbûyî de, ku Benda (9) jê dibêje: “Rêzgirtin li maf û berpirsayetiya bav û dê û malbatê, bo pêşkêşkirina raberiyê ji zarok re, her li gor hişmendiya wî ya hêşînbûyî, ku ji (14 ta 18) salan ve dest pê dike, û di vê qonaxê de, îmzekirina zarokan ji aliyê yasayî ve, nayê piştpêbestin”.
Herwiha benda (11) ya dijberî veguhestina ne rewa û ne vegerandinê, ji heman rêkeftinê dibêje: “Divê ku desthilat (an yê ku bi rola wê radibe) nehêle ti kes zarokan birevîne û dûrî malbatên wan bibe, û herwiha divê bandora vê yekê çareser bike”.
Mixabin, ku bêhtirê caran, mehaneya revandin û nevegerandina zarokên ne gihayî, ên ku hatine leşkerkirin, ew e ku xwesteka wan ev e, yan ku keç ji malbatên xwe reviyane, bê ku ha jê hebin ku dûrxistina zarok ji malbata wî, di vê qonaxê ji temenê wî de, wî ji mafên wî yên zaroktiyê, ku yasayê jê re rewa kiriye, bêpar dike, herwiha kes û aliyên ku van kiryaran dikin, jibîr dikin ku benda (19) ji yasaya mafê zarok tekez dike li ser mafê zarok di “Parastina ji êrîşkirin û paşguhkirinê”, her ku ev paşguhkirin ji malbatê be jî, di siya rewşên jiyanê yên dijwar û berdewamiya cengê de.
Lewma, divê ku hûn zarokan ji tevahiya şêweyên zordariyê, ji aliyê bav û dê û kesên din ên ku wan xwedî dikin, biparêzin, û planeke guncav bo parastina zarokan saz bikin, herwiha alîkariya qurbaniyên zordariyê ji zarokan bikin. Bê guman, leşkerkirina zarokan, nabe parastin û çareserî di rewşên wiha de, ku birina zarokan bo bargehên perwerdekirina leşkerî û hewildana perwerdekirina wan ji aliyê govdî û bîrewerî de, bandorekî neyênî li derûniya wan dike, û ev bandor ta dawiya temenê wan, bi wan re dirêj dike.
Herwiha em we agahdar dikin ku ev kiriyar li dijî rêkeftina Sîdaw 1979an e “Rêkeftina tunekirina regezperestiyê li dijî jinê”, û bi taybet bendên (10 – 14an) ên girêdayî fêrkirinê, kar, û tenduristiyê, û ji bilî wan ji yasayên ku kiryarên wiha di asta bazirganiya bi mirovan derdibrînin, çi ku keç û lawên ciwan zû ji ber çavan winda dibin, û bi hêsanî tên bi rê ve birin, herwiha xizaniya wan jî di siya cengê û dorpêçkirinê de, tê keysbazî kirin.
Tê zanîn jî, ku endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” gelek caran, gef û gurdan li malbatên zarokan, bi girtin û kuştinê dixwin, ger ew leşkerkirina zarokên xwe nepejirînin, an jî doza vegerandina wan bikin, çi bi rêya pêngavên rojnamevanî, û çi jî bi rêya xwepêşindanên aştiyane be, û ev gefxwarin û tirsandin malbatan bê deng dike, û dihêle ku ew ji mafê xwe yê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe dakevin.Lewre, bi navê tevahiya rêxistinên îmzekar, em ji we û tevahiya berpirsên van kiryaran dixwazin:
1.    Dûrxistina tevahiya zarokên ne gihayî, yên ku hatine leşkerkirin, û yên ku bi dilê xwe jî tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûne.
2.    Şopandina diyardeya revandin û leşkerkirina zarokan bi çavê berpirsayetiya yasayî û ya exlaqî, û vegerandina zarokên ne gihayî bo malbatên wan, û danîna sînorekî li pêş van binpêkirinan, ku wekî sûcên li dijî mafên zarokan tên derbrîn.
3.    Siza kirina her kesê ku va kiryarên ne mirovane dike, ji ber ku bandora vê yekê ser zarokan û malbatên wan neyênî ye, û ew bandora neyênî li civaka xwecehî jî vedigere, ku dihêle ewlehî û aştiya navxweyî têk biçe.
4.    Parastina arambûn û ewlehiya herêmê, bo sivikirina pêlên penaberî û koçberiyê, herwiha koçberkirina bi neçarî û gefxwarinê jî.
5.    Peydakirina jîngehek guncav ji nifşên ferîk ên nûhatî re, nexasim di warên xwendin û tenduristiyê de, û berdestkirina cihên bihnfirehkirinê ku dema xwe lê derbas bikin, û piştgiriya derûnî û ya civakî, bêyî ti îdyolojîkirinê, çi ku zarok pêşeroja herêmê ne.

Li dawiyê, em hêviya biryardana gavin lezgîn û cidî ji we dikin, bo parastina rista civakî ya ewle, ku ji mafê xelkên herêmê ye, û erkê we yê sereke ye, herwiha em wekî rêxistinên civaka sivîl erkdarin ku vê kêşeya metirsîdar bişopînin ta ku ji kokê ve bê bidawî kirin, û kar bê kirin bo siza kirina binpêkaran, çi kes û çi kom, an jî saziyên rêxistinkirî bin.

Hûn dikarin bi rêya vê Email ê têkiliyê bi me re bikin:
dest.bidest@gmail.com

Sûriyê – Qamişlo
Nîsana 2022an

Rêxistinên îmzekar:
1. Dengê femînistên Kurd.
2. Rêxistina Kurdî ya mafên mirov li Sûriyê (DAD).
3. Rêxistina mafên mirov li Sûriyê – Maf.
4. Komîteya Kurdî bo mafên mirov (Rasid).
5. Rêxistina bergeriyê di ber girtiyên nerînê de li Sûriyê (Rewange).
6. Sûriyên ji bo Rastînî û Dadmendiyê.
7. Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.
8. Komela Jiyan a Tunekirina Tundiyê li dijî Jina Kurd.
9. Navend Demokrasiyê bo Mafên Mirov li Kurdistanê (DCHRK).
10. Komîteya Yasayî bo Hevdîtina Niştîmanî li Sûriyê.
11. Rêxistina Mihabad ya Mafên Mirov (MOHR).
12. Rêxistina Jina Kurd a Azad.
13. Kombenda Hîro ya Jina Kurd li Sûriyê.
14. Rêxistina Parastina Jîngehê – Keskayî.
15. Lekolin for Studie and Research – Germany.
16. Navenda Ehmed Bonceq bo piştgiriya Azadiyan û Mafên Mirov.
17. Rêxistina Jina Kurd.
18. Rêxistina Avakirina Yasayî.
19. Malbata Roj News ya Nûçeyan.
20. Hêzên Civaka Sivîl ya Kurdistanê.
21. Hevgirtina Hêzên Sivîl ên Kurdî li Sûriyê.
22. Komela Aso ya Kurd li Herne.
23. Komela Nûbihar li bajarê Essen.

Têbînî: Ev name bi rêya şandekê ji rêxistinên sivîl, ên mafnasî, û yên mafê Jinê, berî derdora meheke, bi awayekî fermî gihişt Rêveberiya Xweser, ku name radestî “Fewza Yûsif” endama Desteya Cîbicîkar di Tevgera Civaka Demokratîk, û hevserokatiya hevbeş di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, û Seroka rêxistina Star ya jinê bû, lê wan ti bersiv derbarê nameyê neda, lewra divê ku bê ragihandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…

Mihemed Hemo

Ev çêroka ne tenê li ser Helbestvanekî nexwaş e, çîroka jineşêrekê ye ku bi dilovaniya xwe jiyan bi rê ve dibir û mala xwe jî kiribû hembêzek gerim ji dahûneran re, wek: Helbestvan, hunermend û ji merov dostan re. di demek ku pêwendiyên merov bi bercewendiya ve girêdayî bûn, Nazê…