Daxuyaniya duyemîn Konferansê Nûnertiya YNKS li Ewropa

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa, roja şemiyê 14.05.2022 li salona Avesta ya li bajarê Oberhausen- Almanya, li bin navê “Efrîn Zeytûna Kurdistan e”, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û şandên partî û komele û rêxistinên civakî û kenalên ragihandina kurdî lidar xist.

 Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, bi sirûda neteweyî “Ey Reqîb” destpê kir.
Nivîskar û rojnamevan Dilbirîn Şingalî bixêrhatina amadebûyan û kenalên ragihandinê kir û piştre çendîn gotar di merasimê de hatin pêşkêş kirin, ji wan: axaftina mamosta Sebrî Resûl berpirsê nûnertiya Yekîtiya nivîskarên Kurdistan li Ewropa û axaftina mamosta Cemîl Îbrahîm nûner şanda Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê,
û gotarek ji nivîskar û  rojnamevan Înayet Dîko, û gotarek ji nivîskarên kurd li Qefqasya û komarên Yekîtiya Sovyeta berê ji aliyê helbestvan û nivîskar Gohar Memo ve hat pêşkêş kirin, û axaftinek ji aliyê birêz Seyfedîn Dawid ve serokê komeleya Avesta hate pêşkêş kirin, û hemûyan di axaftinên xwe de tekezî li ser girîngiya kar û xebat û hevkariyê di navbera rêxistinên nivîskaran de kirin, bi taybetî di vê qonaxa herî metirsîdar ya gelê kurd tê de derbas dibe û belgefîlmek li ser pêvajo û xebata yekîtiyê ji aliyê nivîskar û rojnamevan Berzan Husên hat pêşkêş kirin û ji aliyê hunermendê dengxweş û jêhatî Zubêr Salih li gel hunermend Mesûd Şingalî çend stranên kurdî hatin pêşkêş kirin, û çend birûskên pîrozbahiyê hatin ji bo konferans, ji wan:
Birûska komîta Rêveber ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistanê / Liqa Şeş bi amadebûna birêz Sekvan Salih kargêrê liqê û berpirsê rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên liqa şeşê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Ewropa.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û bi amadebûna şandeke partiyê bi serokatiya nivîskar Siyaweş.
Birûska Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya bi amadebûna şandeke serkirdeyî (Birêz Nafîe Beyro û Mihemed See dûn.
Birûska Sekreterê Şepêla Pêşeroja Kurdistanê birêz Rêzan Şêxmûs.
Birûska parêzer û siyasetmedarê serbixwe Mistafa Oso.
Birûska birêz Nadir Doxatî Serokê Federasyona komeleyên Kurdistanê li Almanyayê.
Birûska Navenda revenda Kurdistanî li Almanya.
Birûska nivîskar û dîroknas Hamid Gewherî.
Birûska nivîskar û lêkolîner Bube Eser.
Birûska Komela Kurdên Misrê
Birûska komeleyên Komkar yên Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê, tevî çend birûsk û telgrafên din yên telefonî û devkî û bi  Piştî ku ahinga konferans bi dawî bû, bi beşdariya endamên yekîtiyê rûniştina rêxistinî hat lidarxistin û li gorî şert û mercên endamên li welatên dîasporayê, gelek biryarên rêxistinî ji bo aktîvkirina forma guncaw ya rêveberiya nû hatin gotûbêj kirin, û desteyeke nû ya rêveber û bi yekdengî mamosta Sebrî Resûl wek serokê nûneratiyê hate hilbijartin.

14.05.2022
Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…