Sehribana Kurdî: bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe

 

Hevpeyvîn Gulistan Beşir   

1_Sehribana  Kurdi ya Navdar  kîye?

Ez Şehribana Kurdî me.
Ji Navçeya Qoser`ê me. Qoser navçeyeke bajarê Mêrdîn`ê ye.
Bavê min karkerekî şaradarîya bajarê İzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata  min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.
2_Destpêka hatina we ye di nav cîhana hunerî de û bandura  kî li ser te bûye?
Weke ku min di gelek hevpeyvînan de jî anîye ziman min gelekî li hunermendên hêja; M. Arif Cizrawî, Kawîs Axa, Meyrem Xan, M. Şêxo, Tahsîn Taha u hwd. guhdar dikirin. Ez wan hemîyan bi rêz u bi hürmet Biber tînim.
3 _çi zehmetî û astengî te kêşandin Ji malbatê u civakê?
Ya rastî malbata min, ji destpêkê heta vê rojê, di hemî deman de destek dane min, alîkarî û piştgirîya min kirin u tû carî jibo min nebûne asteng.
Em bixwazin, nexwazin ji derdor u civakê hinek rexne u nerazîbûn dihatin lê, ew nerazîbun u rexne tû carî jibo min ne bûn asteng.
4 _Çi peyama ku hûn dixwazin bi rêya hunerî û stranbêjiyê bidin kesên din?
Berî her tiştî em miletekî bindestin.  Zilm u zordestî, ji ser me kêm nebûye. Gelê me bûne koçber u li cîhanê belav bûne. Her wisa di navbera Serok, partî u eşîrên Kurdan de yekîtîyeke netewî tûneye. An şerê hev dikin, an jî li kêleka dujminê xwe ne.
Dujminên gelê Kurdistan vala nasekinin; ji hêlekê dixwazin gelê Kurd u zarokên Kurda asîmle bikin; ji hêla din ve jî dixwazin Çand u Hunera gelê Kurd ji holê rakin, an jî wê çand u Hunera gelê Kurd weke ya xwe bidine xuyakirin u nasandin.
Ez jî bi rêya Huner u dengê xwe;  dixwazim yekîtîya me hebe, em ji hev u welatê xwe hez bikin. Em çand , Huner, folklor u dîroka welatê xwe biparêzin u bi Cîhanê bidine nasandin. ……
5_ Gotina dawî ku tu dixwazî ji jina kurd re bêje çi ye?
Berî her tiştî Ez, jina Kurd, keça Kurd a qahreman silav dikim. Wan ji bo welatekî azad; ziman, Huner, çand u huner a Kurdî wenda nebe canê xwe fedakar kirin.
Pêwîste jina Kurd li van nirxên xwe xwedî derkeve. Xwe li her derê bi rêxistin bike. Zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî , Dîrok, çand ü Hüner a  Kurdî bikin.
Bila jina Kurd stran u kilamên Kurdî bi strên u zarokên xwe jî ferî stran u kilamên Kurdî bikin. Jibo yekîtîya gele xwe xebatê bikin.
Careke din bi hêvîya welatekî azad u yekîtîya gelê Kurd ez, di serî de jina Kurd; hemî gelê xwe bi dil u can silav dikim..
Her wisa xwuşka hêja Gulîstan;
jibo ked u xebata te, te pîroz dikim, hêvîdarim ku her kêfxweş u serkevtî bî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…