Di nehemîn salvegera xwedalêxweş Ezîzê Dawê de

Idrîs Hiso – Hewlêr
Di nehemîn salvegera bîranîna koça dawî ya sekreterê Pratiya Wekhevî Ezîz Dawê de ku di 11.04.2013an de bû, hejmarek ji hevalên Wekhevî ji wan jî sekreterê heman partiyê yê niha Nimet Dawûd nivîsandiye dibêje: Di nehmîn salvegera te de, em soza xwe nû dikin ku, em dê berdewam bin li ser xebata jibo bidestxistina mafên gelê xwe di Sûriyeke democrat, firenetew û nasnameyan de…hd
Ez xwedalêxweş nasdikim, û jibo maweyê bêhtir ji deh salan ez endamê partiya Wekhevî bûm, ez gihştim pileya endamê şax jî.

Sala 2012an, meha Êlûnê  li Hewlêrê li mêvanxaneya Çar Çira min ew ligel hevalekî xwe ku ew jî endamê sax bû, dît û me behsa gelek mijaran kir, ji wan jî ew bû; li gorî guhertin û bûyerên ku niha li Rojhilata Navîn û Sûriyê dibin, me wek Partiya Wekhevî, yan jî wek ENKSê çi pilan heye, nerîna me çi ye, hûn çi dibînin piştî zêdetir ji 50 salî di nav karê siyasî de? Min got û berdewam kir heger wek niha birêve biçe, dê xort û keç, ew ên ku hene jî dê xwe bidin alî, bi vî şêweyî em nikarin ti karî bikin…û hin mijarên din jî min li gel xwedêlêxweş Ezîz behskir.

Bersiva xwedêlêxweş bersiveke syre bû got: “Idrîs bi xwedê keko em ev in, tu jî azad î”
Min jî got: “Bi vî şêweyî kar nabe û tu her sax bî mamosteyê hêja.”
Min ev tiştê ku bi min re qewimî jibo mêjû got, rêza min jibo xwedalêxweş Ezîz Dawê heye û jibo her kesekî ku bidilsozî barê miletê xwe rakiribe, helbet di vir de ez behsa dilsozî, rastî û têgihştina xwedalêxweş nakim, lê ez behsa şêweyê kar û xebatê û encaman dikim.
Vêja rehma xwedê li giyanê mamoste Ezîz Dawê be, herwisa û bi herhalî pêdiviye ez bêjim di nav partiya wek hevî de min karê hizbî kir û em bixwazin nexwazin bandora wê demê li ser kesayetî û hizrê min hebû, lê herwisa pêwîste mirov bêje karê “hizbî” karekî xav bû, ne li gorî xwestek û hêza xortan bû, helbet hokarên vê yekê hebûn, lê gelek kar hebûn mirov dikarîbû bikra, û ti hokarên nekirinê nebûn, lê ne niyeta kirina wan karan hebû, nejî ti pilanekî dariştî hebû….bi herhal.
Îro di nehemîn bîranîna Ezîz Dawê de ez dixwazim ji serkirdeyatiya Wekhevî herwisa ji serkirdeyên partiyên din jî, erê piştî ewqas sal tiştek hatiye guhertin? Mebesta min ne guhertinên li Sûriyê û navçeyê, lê belê ti guhertin di karê we de bûye? pilaneke we ya kar heye? Xişteyek heye hûn li ser kar bikin? Erê çi karê serkeftî ku girêdana wê bi jiyana xelkê ve heye yan jî nîne bûye? di kuderê de serkeftin hebû, di ku derê de binkeftin hebû?
Bernameyên we jibo Ziman, Perwerde, Keştukal, abûrî, bazirganî û leşgerî çi ne? armanca we ya dawî ku xwedêgiravî hûn jibo kar dikin çi ye? Aya hûn dixwazin desthilatê bidestbixin, çawa? Heger we bidestxist çi li cem we heye hûn pêşkêşî xelkê bikin.
Vêja ez dixwazim nasbikim, we û xwedalêxweş Ezîzê Dawê soza çi bihevre dabû, soza ku hûn wek xwe bimînin, xwe neguherin, wek xwe bimînin çi bibe bila bibe? Wek xwe bimînin li ber çavên xwe nebînin bê çawa welat ji keç û lawên xwe vala dibe….hûn bi xwedê kin ji me re bêjin bê we soza çi bihevre dabû?!
Hewlêr 11.04.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…