Siwarên şevê (Ji Zêrîn a keça Sebrî Fxrî re)

 

Bêwar Brahîm

Zêrîn, wê şeva tund û dirinde jibîr bike, û mijgulên çavên xwe yî nermîn bi xewnên zaroktiya xwe bixemilîne.
Ew şeva ne rengê şevên me bû, ew şeveka revyayî bû ji şikeftên xatirxwestina nêzîk û ne dûr.
Buharên me bi şevên xemlîn û hunguvîn dagirtîne, bi heyvên çarde şevî ronîkirîne, li benda berbanga wan şevan be berxka bavê xwe û  pala xwe bi çenteyê xwendina xwe yî ronak germ bike û hûrik hûrik wê şeva taristan jibîr bike.
şeva girtina bavê xwe bi ken û girnijîna xweyî nermîn li ser kevîkên vê jiyanê bike hêviyeka bi hêz çendî  ev hêvî basikçikestî û lukumî be jî wê ji ser dêmê şev û rojên xwe nemalîne
Zêrîn, li ber sira bayê porê te yî bi hilma azadiyê dagirtî di nav xwe de difûrîne mistên her du destên xwe bi xaka gorbuhiştiyên bapîrên xwe dagire û bi sira vî bayê re bibarîne.

 

 bila hesr kes zanibe ku bapîrên te bi girtina bavê te serbilindin, bila her kes zanibe ku mihmed ê Fexrî û Mehmûdê Fexrî û Sebriyê Fexrî zindîne ne mirîne û di gorên xwe de çavdêrên pêvajoya xewna me yî ezelîne û li benda refên mizgîniyên me ne.
Zêrîn, girtîgeh ne cihê bavê teye, bê çawa ne cihê bapîrên te bû, lê jibîr neke her armancek û baca wê heye û baca xewdiyên doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê an kuştine an girtine û em Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji vê bacê ne bê parin.
Susretmabûna ku em xwe jê diparêzin ji nişkave êrîşî me dike û çingîniyê ji bin guhê pêvajoya me tîne da em hinekî li xwe şiyar û hay bin, da em yeqîn bikin ku berxên doh îr bûne gur û gur bûne hirç û em di nav penc û diranên wan de bûne adrdik.
Zêrîn, bi hezarên salan buharên şoreşên me li darin, bi hezarên salan ev şoreş li nav deryayên xwîn û hêsran noq bûne lê serhişkiya doza serxwebûn û azadiyê sal bi sal xwe ji vê noqbûnê felat dikin di her felateka xwe de ev şoreş germtir û bi hêztir dibin û mîna teyrê Sîmir her ku dişiwete ji nû ve vedije û ber bi jiyaneka nû ve di sênga asman de vêdikeve.
Raste gelek cûreyên vê jiyanê sexte bûne, lê rastiya rastîn ti caran serê xwe ji sextekariyê re natewîne û na çemîne, rastiya ku ew ê rojekê ji rojan zora her derew û sextekariyan bibe û dîwarên zindanên pênûsan û yên ramanên azad û yên berxwedêr wê biherifînin.
Zêrîn, ji verendeya zaroktiya ku çav li derketina çola nûroja me bû te nerînên xwe bi bê bedngî pelandin , lê dilê te qêmîşî derketina wê çolê ne bû û tu ma girtiya rêka bendemayina vegera bavê xwe da tu û wî bi hev re nûrûj bibin.
Xeman nexwe kulîlka bav û apê xwe, ev nûrûja ku te xwestî derengmayî namîne wê bê û tê desmalkên bixêrhatina rengîn li pêşberî wî li ba bike û mîna karxezalan tê xwe bavêje himbêza wî, hingê ew ê porê te mist bide û te dilinya bike û bêje:
Ne tirse keça min, ez di nav destên ewle de bûm, ez di zindanên Kurd de bûm û zindançiyên min jî Kurd bûn û çendî em dijberiya hev bikin û hevdu riswa bikin û bi nerînên ciyawaz pêvajoya xwe berdewam bikin em Kurd in û em ê her Kurd bimînin.
21.03.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…