Mirina du hevalan


Dr. Xelîl Omar

– Tu ji min re nabêjî, gava tu mir te çi dît, te çi nedît? Hemzo ji birakê xwe pirsî.
– Ma te çi dît Hemzo? Ebaso, tengijî lêvegerand.
– Ez derewan bikim?!.. Piştî Melkemot, dîna min xwe dît, ber çavên min reş bû û weke tu min bavêje binê bîrekê û ta roja qiyametê min nema xwe dît. Hemzo rewşa xwe da xuyakirin.
– Mirina min bicarekê bi rengekî din bû. Roja cejna qurbanê bû, piştî limêja wê, ava serê mirovekî germkirin û melle ew şuşt û bi kefen kir û pişt re ew danîn ser daribestê û me hemiyan berê xwe da  mezel. Piştî telqînê û fatihê, min jî hêzkir xwe, ta ko bi xelkên re vegerim malê, lê dîna min dît serê min go tiring û li kevirekî ket! Tu nabêje yê mirî ez bûm.

 

– Rehma Xwedê li te bû. Mirina te zor bû! Hemzo bi dilşewatî got.
– Tu bawer bikî, ta ko ez ji gorrê jî rabûm hîna êşa serê min jê hebû. Serê te ne êşînim: gava ez mirim, min dît du mirovên weke du heytan li herdû milên min şipyan in. Heytê milê çepê, zir mîkutek di destan de ye û çip-çipa xwêhdana wî ye. Heytê li milê rastê zir kitêbek bi herdû destan girtiye. Ebaso got û li dora xwe nerȋ.
– Yasitar, ewana Minkir û Nekîr bûn! Rebeno Ebaso, devê te neket hev? Hemzo bi kefti-left jê pirsî.
– Çawa ciwamêr! Pirsa yekemîn (xwediyê mȋkut) ji min kir: “Minû Rebbek?”¹. Ji tirsan re, min jê re got:”Inte Rebb.
– Wax te çi bi serê xwe de anî! Hemzo got û dev tiliya xwe kir.
– Xwediyê mîkut, yek nekir dido û ew zirhamê han li newqa min da, pê re ez birim bin heft tebekên Erdê! ..Piştî ez vegeriyam, dîsan ji min pirsî: “Minû Rebbek?”. Min ji xwe re got: heger ne ew be, mana wê hevalê wî ye. Nawelle dîsan min dermanê xwe wek cara berê xwar. Derba sisyan gotina Mellê hate bîra min û min got: “Rebbî Xwedê!”
– Rebeno Ebaso dîsan tu şaşbû, gerek te gotiba: “Allahû Rebbî!” Hemzo  bi şehrezayȋ got.
– Xebera te ye, lê herdû ciwamêran li hev nerîn û serê xwe hejandin,
nîşana tişt pê nayê.
– Şensê diya te başbû! Xuyaye  xwediyê kitêbê bi kurmancî fêmdikir. Hemzo ji dil got û berdewamkir: baş e, piştî Minkir û Nekîr tu jî bû weke min, nema tu bi tiştekî hesiya û ma tarîbûna gorrê û hey tarîbûn?
– Tu çi ji xwe re dibêjî! Gorra min ne şevreşbû, herdem mûmiyeke bi hilma bixûrê ji min re vêketîbû û heger dilê min biça xwarinekê, ez diçûm xewna keçeke xwe û gava şîva min derdixist, derhal  ew şîv dihat ber destên min, ji şorba nîskê tu bigre ta meyira bi kereng, ta tu di serûpiyan re derkevî! ..Her êvara înê gava keçên min û zarên wan dihatin ser gorra min, min ew didîtin weke ko aniha ez te dibînim! .. Wekî din min ji xwe re li dengê Şivan Perwer û Kawîz Axa û def û zurnê guhdardikir! ..Gava karê min neba, min ji xwe re li gelesêriya “cîran-cîran” û “sebra malan” temaşedikr! Ne tenê ev, her demekê kevaniya min jî bi helalî dihate xewna min! Ebaso got û bi dizî çavkir.
– Hertişt ber bi aqilan de tê, lê mirî xewnan bibînin; ev qet nakeve serê min! Hemzo di dilê xwe de got û cênîka xwe xurand.
¹ Kî Xudayê te ye.
² Tu Xudayê min e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…