„JIYAN “ Insyativa Navneteweyî ya Jinen Kurd Li Dijî Tawanên Rûmetê

JIYAN“ Insyativa  navnetewî ya jinen kurd li dijî tawanên rûmetê, konferensa xwe ya damezirandinê ya yekemîn  li bajarê Langenhagen/Hannover, Elmaniya di roja 30.06.2007an de lidarxist. Komelek jinên  kurd ji hemû parçên Kurdistanê û herwiha hin jinên ereb û elman ji gelek bajarên elmanyayê, yên ku di warên cûrecûr de kar dikin: wekî Rojnamevan, Rawêjgêrên Civaki, Mafnas, Mamosta, Endezyar û Çalakvanên rêxistinên jinan û hinin din, di konferensê beşdarbibûn.
Di  cihê deqeke bê deng de, ku „bêdengî“ ji mêj ve di jiyana jina kurd ye, konferensê bi vêxistina mûman ji aliyê her jinê ve li ser giyanên gorî û qurbaniyên vê diyardeyê  û weke symbol, bo destpêka ronîkirina riyeke tarî di jiyana gelê me yê kurd de destpêkir. 
Piştî bixêrhatina beşdar û mêvanan movik û xalên bernameya kar hatin  pejirandin. Konfirans, bi şêweyekî fermî, karûbarên xwe berdewamkir 
Pêwîstirîn xalên ku giftugo li ser wan hatin kirin,di civînên konfiransê de ev bûn: 
– Destnîşankirina  sedemên dîrokî yên ku hiştin ev bad-diyarde li herêma Kurdistanê belav bibe  û bimîne û berdewambibe hemberî hemû guhertin û veguhestinên dirokî, geografî û siyasetmedarî, ne weha tenê , lê kok û rehên wê di nav miletê kurd de, li derve û hundirê kurdistanê de xurtir, mukumtir û belavtir bûn.
Derketina vê diyardeyê, bi xurtî, di van demên dawî de, vedigere peydabûna alavên rageyandina kurdî , bi qasî ku alavên ragihandinê dikarîbûn diyardeya kuştina jinê bi navê namûsê di nav kurdan de derxînin holê lê tirs heye ku rolekê bilîzin ku bihêle ev diyarde bêhtir belavbibe an were bikaranîn bi awayên ku li dij jinê û li dij komelgeha kurdî be  eger rahiştina vê diyadeyê nekeve çarçoveyeke rast û durust bo peydakirina çaresazîyên rasteqîne û şayîst. Ji ber vê yekê pêwîstî bi damezrandina saziyeke jinan heye bi tevlîbûna jinên kurd û ne kurd, yên ku bi vê babetê mijûl, haydar û peywendar in, daku ked tekoşînên xwe bi gishtî terxani xizmeta jina kurd bikin, û bi taybetî li dijî kuştina jinan bi nave namûsê bikarbînin. Bo vê yekê ew dikarin ji demokrasiya li ewropa û haydariya hikumetên ewropî bi vê mijarê ve di van salên dawî de mifayê bistînin  û hewldana alîkariya qurbanên vê diyardeyê bikin û zagonên navxweyî û navneteweyî li dijî diyardeya kuştina jinê  bicihbînin. 
– Pirojeya Peyrewa Navxweyî hate danîn û pejirandin pishtî geftugokirina naveroka wê û biservekirina armancên ku hatin pêşniyarkirin û dengdan li ser xalên ku firehnerîn li ser wan hebûn hat kir.
Li vir hin nimûne, ji wan xalan ku firehnerîn li ser wan hebîn:: 
– Armanca bingehîn a Insiyativê dijîtiya kuştina jinan bi navê namûsê ye di riya dijberiya sedemên ku li dû vê tawanê ne, wek: Zewac“hevseri“ ya bi zorê û zewac“hevseri“ya di temenkî biçûk de, berî ku keç karibe biryareke rast û durust bo zewac a xwe bide û herwiha dijberî hemberî nezanîn û paşketinê bi giştî û herwiha bilinkirina asta hoşyariya jina kurd bi xwe û bi mafên xwe di şêwe û awayên berfireh, yên ku andamên Insiyativê û dost û piştgirên wê bibînin şayist. 
– Li gorî biryara piraniya jinan endametiya Insiyativê tenê bo jinên temenên wan di ser 18 salan re ye, bi pêçandina nerînê li ser netewe yan li ser welatê pêshî yên endaman. Endamtiya Insiyativê bi jinan tenê ve girêdayîye, mafê mêran tune bibin endam û xwedîyên mafên hilbijartin û dengdanê bin, lê ew dikarin hemû cûreyên alîkariyên dîtber û razber bi Insiyativê re bikin û tevlî hemû çalakiyên wê bibin û Insiyativ bo tekozkirin û pêşvebirina kar û çalakiyên xwe  dikare mifayê ji raman û pêşniyarên wan werbigre.  
Di dawiyê de, komîteya kargêr a ku ji 7 endama ye,bi vî awayê jêrîn hate helbijartin:
Rawêjgêra komelayetî: Farha Khalil: Sekretêr
Rojnamevan   Ala Ahmad: Cîgira Sekretêr
Mafnas  Muna Mustafa : Cîgira sekretêr
Û çar endamên din, ew jî ev in:
Endizyar:  Amal Şann,
  Inana Othman.
 Behija Salih
Altey Bischof  
Herwiha çar komîte bo rêvebiriya karê Insiyativê hatin sazkirin:
-Komîteyek bo pêwendiyan bi saziyên elman ên jinan, mafperwer û siyasetmedar re.
-Komîteyek bo pêwendiyan bi rêxistinên kurdî yên jinan, mafperwer û siyasetmedar re.
-Komîteyek bo bingehdanîn û rêvebiriya malpera Insiyativê .
-Komîteyek bo bi dawîkirina peyrewa navxweyî û karubarên rêxistinî û diravî yên Insiyativê. 
Em ê, di seretaya karên xwe de, Bîro“nivîsgeh“a alikariya jinan li dij tunditîya malbatî ya li bajarê Langenhagen: Frauen Notruf Langenhagen, Ostpassage 9, 30353 Langenhagen
bi karbînin û em ê telfonên jinên ku hewcedarî alîkarîyê ne li ser evê jimarê bigrin:
Tel.: 0049-511-7240505  her pêncşem ji saet: 09:00 ta saet: 12:00 an di riya evê E-Mail de: jinenazad@yahoo.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…