Rastiya buhara Erebî

Rêber Hebûn

Hemî cengên ku bi ser rojhilata navîn de tên ji dema danîna ferman guhertina ricîmên serkotker bi ricîmên nû , geftugo  li ser çawaniya guhertina van ricîman bi ricîmên nû kirin ,li gor xwestekên ew hêzên ên şerên aborî yek dû yekî durist dikirin,taku rojhilata navîn neman bikin, navçeya xewin ji dîrokê ve, û ew xewina serdestan bû ji kevin ve, bi rêya desteserkirinên Islamî û cengên pîroz (xaçparêz) û talankirinên Mexûlî û piştre Osmanî , û ma pêdiviyekê di serdema nûjen de li cem dewletên pêşsazî yên ji bo parvekirina wê ketibûn pêşbirkê ji dema herdû cengan  (mêtingeriya Ewropî) û imzekirina peymanan li ser wê mîna Saykis Bîko2, û ji destpêka serdema buhara Erebî1 hewildabûn ku  rewş biguhêrin bi rewşek e din bi rêya mizgîndayîna bi cenga azadî û demokratiyê, û guhertina wê bi dawiyê bi şerê giştî a navdewletî li hember terora cîhadî,

û ev hemî ji bo armanca aborî a nediyarkirî û veşartî ê tê naskirin bi dîtina jêrder û hatinên wek ku timî hebin bi serdestkirina herdû hêzên aşkere Emerêka û Rosiya û yên bi wan ve girêdayî ji dewletên herêmî ên  sûrî dîtin  mîna mêrê nexweş  ê li sekretê de, û pêdivî heye ku par têde bên dabeşkirin ta bibe dawiya Saykis bîko a kevin û destpêka lihevhatinek e rosî emerêkî, û rewşa dakêşan û avdahatinê ji nêzikbûn û dûrketina herdû hêzan ji hevdû û her wisa em li pêş dîmena şerekî naye rawestandin de ne, heta ku ew dan û standin çareser bibe, û ew bermayên kevin bêne levakirin, û li pêş vê yekê em hijmarekî girs ji pernaberan dibînin ku berî xwe didin ewropayê ,li dema ku Birîtaniya ji yekîtiya Ewropayê derikeve, û  Raste  gelêrî a dijî hatina penaberan radibe, û em piştgiriyek e Tirkî û Qeterî ji komên cîhadî re dibînin ên biveyên xwe gîhandibûn  e ewropayê.

Ev hemî bi encama derketina cenga aborî û gerîna ji bo jêder û hatinan û deverên desthilatê, ku hemî dewletên li rex sûrî hewil dabûn tiştekî bi dest xwe in,taku cihê lingekî ji xwe re bigrin, ji ber vê yekê mirovê rojhilat navînî bû penaber an qurban û pertalek î erzan ji destikên medyayê re, di dema ku kedxwarî û wêranî bi kirêtirîn riwên xwe derketibû, ev tişt dihêle ku cîhan berve cengekî ne dûr here,di dema dikeve li ser hemî dewletên cîhanê  sepiyabûna   neqşeyên  guhirînek ,û ne dûr e ku pêşbirka çekdarîbûnê destpê bike bi dûbarebûna pêkanîna artêşan û amedebaşiyê ji  bihevketinên mezin û nayên rawestan lê berdewam  berfirehtir bibin, bi berhemdana çekên ne kevinşopî û pêşbirkî li ser berhemdanên wan.
—————–
1- Şoreşên Erebî an buhara Erebî an şoreşên buhara erebî li medyayê, ew tevgerên mehnegirtî ne aştyane ne girs in li hinek dewletên erebî de destpê bûn dawiya 2010 de û destpêka 2011 de,bi şoreşa Tunisê  ve bandor bûn piştî ku Mihemed Elboizêzî xwe şewitand , û  bi xistina serokê tunisê a berê Zên Dîn Abidîn lawê Elî serketibû.
2- Peymana Saykis Bîko di 1916 de : ew peymanek e veşartî ye di navbera Ferensa û Ingilîz de bi erêkirina şahînşahiya Rosiya û Îtaliya yê li ser parvekirina devera heyva  nêdar di navbera Ferensa û Birîtaniya, ji bo diyarkirina deverên desthilatê li rojavayê Asiya de, û barçekirina dewleta Osmanî yê di cenga cîhanî a yekem de de serdest bû.
https://youtu.be/B-rcZ4ZsO0Y

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…