PEYVA TAZÎ 13

DILDAR ISMAIL
 

(( Dibêjin serokê xelkê pîçin..lê serûkên partiyên ji hev çarde parçekirî  kelpîçin ))

Hebû nebû xwelî li serê kêbû vê carê weke hûn dizanin hikûmeta Sûryê biryar daye , ku gelek malbatên ereb bênin deverên kurda .û Rewşa wan çareserbike ji hemî aliyan, û malbatên kurda şepirzebike Û koçberbike û armenca xweyî şofînî berdewam bike

raste ev ne ji Nûve pêk tê ev ji berî 33salan ve pêk tê ,lê ka tevgera kurd bi hemî Hêzên xwe bi hemî serokên xweyî jîr û zane can fîda û ne tirsonek Zikekî têr û welatiyekî koçber çidibêjin…. hemî bi daxwiyaniya Ketine û li ser malperên kurdî tenê belavdikin. û di bêjin em bi hêvîne Rêjîma şamê ji biryara xwe vegere wan ereban neyêne herêma Kurda. da ku dilê me ji hev nemîne / hêvî û gazin û dijmin qet li hev Nake kekê mêş kuj / û di hundirê xwede her serokek çend zilama ji Xwere xwedîdike û nava xwe çareserbike da ku xwe bihêle ne xeme Hundir hemî ji hev bi keve û êşa parçebûnê herdem li dare û maf Windadibe her bê çare,,,,mixabin bese daxwiyanî û maxwiyanî qaxet û maxet derew û merew …ey serokên ji hev ketî bese leystikên gemar Leystikên li ser mafên miletê xwe… xêro… hemo û simo…. elo û Mûso û nisro… nezo û dêro û bêro heya kenkî emê bê çarebin li Benda parçebûnê rawistin û ji bîr bikin êşa gel welatê xewnê wê Xewin Bimîne an xewneroj berdewam bike. serokên xelkê Xizmeta Miletê xwe dikin di pêşerojê de.lê serokên partiyên hemî nav wekî hev Nikarin nava xwe çareserbikin .de ka bêjin kî pêçe û kî kelpîçe .

dildarismail@hotmail.com

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…