Gotar

Nameyek ji Bejnê re!

Konê Reş
  Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veşartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..?! Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû..?! Gul û kulîlkên te di biharên min de geş nedibûn..?! Û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!
Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek ku çawa niha xemgînî di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi hatina te re, naskirina te re şahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dilê min de vebûn..

 

  Dêmê te yê şêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiştin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê bibişkivin, geş bibin û bikenin.. Û di encam de te ez li bêrîbûna zaroktiyê vegerandim..!
  Ev te çi kiriye Bejnê?! Ez yê ku di nav kul, derd û xemgîniya bajarê xwe de milevaniyê dikim.. Di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji nişkave rastî dêmê te yê şêrîn hatim, min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir û pê bi pê bi dûv şopa te de kulkulîm.. Bêje! Kîjan qederê tu aniye pêşiya min?!
Bejnê! Çekên min nîn in ku şerê qederê bikim, ji bil gotinê pê ve.. Qet rojekê ji rojan jî, min hez çekên şer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li şer, kujeran û xwînê dibarînim.. Çendî xweş e Bejnê ku herêma me, bajarê me û welatiyên me di aramî û tenahiyê de derbas bibin..
Bejnê! Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo dagirim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..
Bejnê! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de ez pêrgî bi sedan dêm hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Awirên çavên te ez dîl û hêsîr kirime..!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…