Jiyan û hunera Fadil Cizîrî

 

Alan Hemo

Ger em li pêvajoya hestê netewî kurdî bi şêweyê xwe î nûjen binerin, em ê bibînin ku beşê duyem ji sedsaliya bîstan destpêka wê ye. Ew hest bi rêya stran, dîlok, payîzok, heyranok, û…hwd, hat parastin û serbaz û pasbanê wê meydanê dengbêj bûn.
De îcarê em behsa dengbêjekî dikin ku ji bajarekî rengîn û navendî di folklor û gelepûrê Kurdî de standiye, lewra dengbêj jî binavê bajarê xwe binav kirye, em di van rûpelan de behsa dengbêj Fadil Cizîrî dikin.

 

Di malbateke derwêş li gundê Seletûne yê Silopiya di sala 1962an hate dunyayê. Fadil ji destpêka gêncîtiya xwe (sîpetî) cudahî ji malbatê kirye ku tevlî derwêşîtî û tevgera wê nebû ye. Divê kitekitê de diyar dibe ku Fadil denbêjî ne wekû kar hilgirtiye ser milê xwe lê belê wekû kêfxweşîk taybet ji kesayetiya xwe re bijartiye.
Li gor gotina jêderê me yê ku hevalê Fadil Cizîrî bû mamoste Weliyê Botî got: dema derwêş bi komên koçera re diçûn zozanan, daku şevbuhêrkan li darxin, ew derwêş di konên taybet bicî dibûn û konên wan bi rengê sipî dibûn ta cudahîya wan ji koçer û xwediyê pêz diyar bibe. Di wê pêvajoyê de Fadil di konê derwêşan bicî nedibû û roja xwe li nav xwediyê pêz û koçeran dibûrand. Diyar dibe ku Fadil biçavên derwêş û dengbêjan li xwe nedinerî, tevî ku kesên derdora wî zanî bûn ku deng û kilam xweş e, lê her ew tevlî şevbuhêran nedibû wekû dengbêj, lê belê tenê wekû şabir. Perçak ji navdêriya Fadil ji ya diya wî bû, diya wî Sêvê xwediya dengekî xweş û kilamên taybet.
Fadil wek xortên wê serdemê di temenekî biçûk dizewicîn. Fadil jî 14 salî zewicîye. Ji xwe di temenê 12 salî de talant û zîrekiya dengbêjîyê lê hatiye der, lê her wiha tenê kesên nêzîkî wî dengê wî guhdar dikirin û wî xwe nedaye pêş wekû dengbêj ta salên 1992/1993 û nenaskirî dima, lê sedema ku gel dengê Fadil dibhse ew e ku aşiq dibe.
Li şahîyekê li çav keçeke koçer dikeve û dibe evindarê wê. Di temenê 30 salî de nû dengbêjiya xwe radighîne û li koşk û dîwanxanan distrê û kilaman dibêje, her wiha ne wekû dengbêjekî bişêweyekî kilasîk xwe dipejrîne, ku li koşk û dîwanxanan her dem amade be, lê belê tenê ji kêfxweşîya xwe û heval û hogirê xwe re kilam digotin. Bêtir kesayetiya wî ya taybet tê diyar kirin, ew e ku gelek rojên xwe li nîçîra kewan bûrandiye, û hevalê wî di wê kefxweşiyê de (nîçîra kewan) Haşim Haşim bû.
Ton û şêweyê dengbêjiyê li ba Cizîrî
Dengbêjên eşîrên koçeran bi heyranok payîzokan mijûl dibin. Herwiha pê navdarin, heyranok ritm û şêweyek dengê taybet pê divê, û ciyawaziya wî dengî ku zirav û ji taliya zengelolkê têt. Sedemek bû ku Fadil navdariya xwe tekez bike û li meydana dengbêjiyê biçespîne.
Fadil li bin bandora dengbêjên berî xwe li meydana kilambêjiyê gavê xwe yê pêşî avêtin, û degbêjê ku kilamên wî rolek baş diavekirina deng û şêweyê Fadil de lîstin, ew bû dengbêj Ebdil Ezîzê Mihê yan ê Leşker yan ê Şirnexî ( bi her sê navan navdar bû ). Û ew berî serdema Fadil bû binêzîka 70 salî. Û Fadil stranên wî xweş digtin, ji wan stranan Hesamê Axê, Heyran Jaro û Seydiko.
Di buyerek tirafîkê de Fadil kurê xwe Cemal ji dest dide. Û piştî kurê xwe nexweşiya “Parkînson” li xwe peyda dike. Fadil 7 salan li ber nexweşiya  Parkînson ê li ber xwe dide, ta dighê buyera serhildana Cizîrê û diwan buyeran Fadil û zarokên xwe neçar di qedexeya derketina derve dimîne, û di 14ê Kanûna 2015an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murad Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.
Dengbêj Fadil Cizîrî di tîrmeha 2018an de jiyana xwe ji dest daye û çûye ber dilovaniya Xwedê.
Strana Heyran Jaro ji stranên herî navdarin ji nav stranên Fadil Cizîrî.Strana Heyran Jaro

“Heyran jaroo
Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy
Hey jaro min go ber keviya
Hey belê malan bar kir
reşkê reş kona
E’ nizanim ne simbêlê
heyranê min sortir in
Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya
Hey belê wezê heyranê xwe
Cizîrê Banê Xanê nahêlim
Ber gezê mêş û va pêşiyan
Wezê heyranê xwe bibim
zozana Mela Mêrgê zozanê Teya
Ber toz û ecacê va keriya
Wezê destê heyranê xwe
bigirim raserê mila Hewrexê
Min go çêrîna kew û kêvrûşk
û va kûviya
Hey jaro ho ho hoo”

Siparteka ku min pêşkêş kir di beşê edebî de – zankoya Artuklu – Mêrdîn

Alan Hemo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…