Pirtûka nivîskara kurdistanî Mizgîn Hesko ya nû derket

Nuhtirîn berhema helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko û ji nav weşanên Sersera ronahî dît.
Hêjayî gotinê ye ku ev hejmara 9- an ji berhemên ku Mizgîn Hesko wan dide çapkirin. Di Gulana 2019- an de ew ê berhema xwe Rêgehên keskîn û li ba Sersera dabû çapkirin ku ew jî gurzek ji helbestan bû.

Navê berhem: Nexşeya rewanê bêdengiyê ( Helbest ).
Dema çapê: Avdar 2021.
Tabloya Berg: Jehan Ibrahîm.
Hejmara helbestan: 30 Helbest.
Hejmara rûpelan: 92 rûpel.
Çapxana: Sersera ( Dr. med. Bashar Moustafa).
ISPN: 978-3-96640-144-9.
E-Mail: sersera@sersera.com

mizginahesko@hotmail.com.

Mafê çapê parastî ye.

Ji berhemên helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko ên çapkirî:
1- Tîpên evînê. Avdar 2007- Çapxana Bafet.
2- Asoyekî tijî Endeko. Tîrmeh 2008- weşanên Han.
3- Di nav henasên kovanan de. Avdar 2010.weşanên Han.
4- Li ber pala welatekî birîndar diherikîm.Çapa yekem. Avdar 2012- weşanên Han.
Çapa duyem .2020 Weşanên Sersera.
5- Ristek Lale. Êlon 2013- weşanên Han.
6- Ber bi werzên hezkirinê ve.Çapa yekem . Mijdar 2015 – weşanên Soran.
Çapa duyem. 2020- weşanên Sersera.
7- Rêgehên keskîn. Gulan 2019- weşanên Sersera.
8- Ji Bexçika jiyanê. 2020 weşanên Sersera.

Mizgîn Hesko:
Di 20. Mıjdara 1973 li gundê Şelhûmiyê ji dayik bûye.
Ta bi lîseyê li dibistanên Tirbespiyê xwendî ye.
Ji zaroktiya xwe xwedan behrî bû û hîna bi Kurdî berdewam e.
Ji sala 1996- an ve li Elmaniya dimîne.
Li Elamniya Floristik xwendî ye û di sala 2004- an de Diplom wergirtî ye.
Ji sala 2015 ew ji  desteya birêvebir a Pênûsa nû ye .
Ji Endamên Yektîtiya Nivîskar û Rojnamavanên kurd li Sûriyê ye.
Ji bilî helbestan ew Gotara jî dinivisîne . Piraniya gotarê wê di Pênûsa nû de û di malpera Welatê me de û hwd tên belavkirin.

Têbînî:
Ev berhem ( Neşeya rewanê bêdengiyê ) ne bê beramber hatî ye çapkirin.
Xwediya berhem ku Mizgîn Hesko ye , barê aborî û buhayê çapê hilgirtî.( Ji berîka xwe ).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…