Li ber derî


Mehmûd Badilî

Destê sibehê
hatim ber derîyê mala te 
wek deh kund li ser kavilê dilê min xewnd dibin
 ku tu ne bi tenha xweyî
min rûyê te 
di çavika camê de mist da
vajî dilbijandina baranê
ku di vê kêlîkê de dest pê kir hûr bibare
wisa dil bi deyax bû.
Zimanê şewitî 
bêhna sêvên weşiyayî jê tê 
sîbereke şikestî!
***
Destê sibehê
min li zingilê derîyê mala te neda
ber bi paş ve li siya xwe 
li xirecira wî kûçikê bi xwediya xwe re 
dema xwe li paş wê radigirt, zîvirîm
serê xwe ber bi min ve dihejand
weku bêhna taya giyanê min dikir.
Xêzeke rengên
di nava xilmaşîya baranê de 
ne keskesor e.
***
Destê sibehê 
hemî dar hîna şipiya ne
dilê min li ber derî dikele
sêdara asîman daçikandiye.
Kilana ewrên xav 
di berbanga gewrîya min de
baranek tal dibare.
***
Destê sibehê
tilîyên xwekuştê
sûrikên nava gelîyên giyanê min
ew jin hîna li wir e
nuha li kûçikê xwe hay bû
ku dixwaze li ber êşa min bide
min  tilîyên xwe yên di berhevkirina sapên genim de şehrezabûn
di ser serê wî re birin
rapelikî himêza min û ber bi pencereya te ve kewtekewt kir
çi keçek bejin zirav ji mala te derket
mixabin,  ji min ne bedewtir bû.
 Dareke şikestî
li ser keva rê
giyanên xapandî lixwe dike.
***
Destê sibehê
dostanîya min û wî kûçikî xurt bû
tevku min bi zimanê xwediya wî nizanîbû jî
lê bi rûyekî geş bi min re girnijî
bêguman ewê nas kir
bê ez çiqasî xemgîn im.
Sibehek sar
tîrêjên sor û tarî derbûn
baran rawestiya.
***
Destê sibehê
min nexwest, xwe bi çi tiştî mijûl bikim
min pişta xwe da derîyê mala te
tenê bi xwe ve
li berfirehîya kûrahiya xwe 
min şemalek ji tîşktoza demê re vêxist
û sûrikîm hinavê tarîya xwe.
Di çavên pisîka min de
xelekin sipî
 di zikên hev de wêne dibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...