M. Emîn Sadûn
Di destpêka şoreşa Sûriyê de, û ji ber kar û çalakiyên me yên berçav, em çend karmend di dezgehên dewleta Sûriyê de, jikar hatin avêtin.
Pêşiyê Encûmena Niştîmanî ya kurdî beryareje lez stand û em agehdar kirin, ku wê mûçeyê me yê salekî bide me û di cih de yê sê miha jî da. Berî sala me bidawî bibe, me dît ku wê tê gotin ku Hevpeymana Rikeberiya Sûriyê, ji vir û pêve wê mûçeyên me bigirê sitûyê xwe.
Ji min re hat gotin ku têkiliyê bi mamoste, Omer Remezan bavê Lava re, bike. Piştî çend carî min têkilî kir û hin kaxet ji min xwestin, min jê re rêkirin, navê min careke dî nehat û dawiyê mamosteyê navborî, ji min re got: navê te nehatiye qebûlkirin ji ber dibêjin tu ecnebiyê Hesekêyî û ji ber wê jî mûçeyên te nadin te.
Lê, min lêvegerand û got: ku herdu serkirdeyên rikeberiyê, Esed Mustefa û D. Riyad Hicab, dema ku herdu wezîrên çandinîya Sûriyê bûn , wan herduyan girêbestên kar bi min re imzekirine û ez karmend bûm bi girêbesteke şarezayî di wezareta çandinîyê de, li serdema rêjîma Sûriyê. Çima li serdema rikeberiyê danpêdanê bi min nakin ku ez karmend bûm…hingî min gotarek nivîsand bi sernavê; hikumeta Ehmed Tu`ime ya berwext a rikeberiyê gelekî ji hikumeta Beşar Esed regezperestir û şofînîzimtir e.

Şîrove (0)