Me gelek rêyên şaş şopandin.

 

M. Emîn Sadûn

Di destpêka şoreşa Sûriyê de, û ji ber kar û çalakiyên me yên berçav, em  çend karmend di dezgehên dewleta Sûriyê de, jikar hatin avêtin.
Pêşiyê Encûmena Niştîmanî ya kurdî beryareje lez stand û em agehdar kirin, ku wê mûçeyê me yê salekî bide me û di cih de yê sê miha jî da. Berî sala me bidawî bibe, me dît ku wê tê gotin ku  Hevpeymana Rikeberiya Sûriyê, ji vir û pêve wê mûçeyên me bigirê sitûyê xwe.

Li vir, beryarên jikar avêtina karmendan xwestin û pêre hin belgehên dî jî, û me jî kaxetên xwe tev de li gorî daxwaza wan  ji wan re şandin. Piştî demekî ji mere hat gotin ku navê hin ji wan karmendan rêkirne û heyvane sed û pêncî dolar ji wan re hatine terxankirin û wan mûçeyê çend mehan standin. Lê navên me çend karmendan di wê lîstê de nehatibû.
Li vir û li wir me pirsî; ka çima navê me hatiye jibîrkirin??
Ji min re hat gotin ku têkiliyê bi mamoste, Omer Remezan bavê Lava re, bike. Piştî çend carî min têkilî kir û hin kaxet ji min xwestin, min jê re rêkirin, navê min careke dî nehat û dawiyê mamosteyê navborî, ji min re got: navê te nehatiye qebûlkirin ji ber dibêjin tu ecnebiyê Hesekêyî û ji ber wê jî mûçeyên te nadin te.
Lê, min lêvegerand û got: ku herdu serkirdeyên rikeberiyê, Esed Mustefa û D. Riyad Hicab, dema ku herdu wezîrên çandinîya Sûriyê bûn , wan herduyan girêbestên kar bi min re imzekirine û ez karmend bûm bi girêbesteke şarezayî di wezareta çandinîyê de, li serdema rêjîma Sûriyê. Çima li serdema rikeberiyê danpêdanê bi min nakin ku ez karmend bûm…hingî min gotarek nivîsand bi sernavê; hikumeta Ehmed Tu`ime ya berwext a rikeberiyê gelekî ji hikumeta Beşar Esed regezperestir û şofînîzimtir e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…

EBDILBAQȊ ELȊ

Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ…

Ezîz Xemcivîn

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên…