KERÊ ÊRÎŞKER

M. Bengo

Carekê şêr ji xwe re rêçek karwanan naskirbû, her karwanek dihat êrîşî karwan dikir wan jî ji neçarî berxek yan miyek didane şêr da ku derbasbin. Dem derbasbû, rojekê karwan kerekî gurî, ku bêkêr bibû, dan şêr û derbasbûn. Şêr li ker nêrî , dilê wî nçû goştê ker, diber xwede got ( bera bimîne ta rengê xwe vede û hinek goşt bigre) hêdî hêdî ker rengê xwe veda û hatserxwe , lê pêre pêre dostaniyek dinavbera wî û şêr de çêdibû, ji ber wilo şêr nema xwest ku wî bixwe. Ker ma bi şêr re, tirsa xwe avêt û mêrko çavlixweket ji şêr re got :
Ev demeke dirêj tu êrîşî karwanan dike û ez li serê vî carî li hêviya te dimînim, ji niha û pêde ezê êrîş bikim û tu li hêviya min be.

Şêr çiqasî gotê çênabe, lê ker li serê xwe siwarbû û got :
Ma tu çi dike, ez dibînim, tenê tu bi ber karwan de baz dide û li wan dizûre.
Dîsa şêr li ber gerya, lê ker ji ya xwe daneket.
Bi bilinbûna tîrêjên rokê re, pêjnek hat, ji dûr serê karwan xuya bû. Dema ku kerwan nêzîk bû, şêr ji ker pirsî:
Tu hîn li ser ya xwe ye?
Ker bi ken lê vegerand : tê anha bibîne bê êrîşê kera çawane.
Ker berê xwe da karwan bi bez û zirezir, nêzîkayî li karwan kir, li hev nerîn , yekî ji wan got:
Ka wî bigrin baş xuyaye, emê hinek bar lêkin.
Ker girtin bar lêkirin û bi dû qantirekî ve girêdan. Ker bi melûlî, dibinçavan re lê şêr nêrî. Şêr bi girnijandin gotê:
Tu vergeriya kerê berê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…