Hosên Mohemed Hosên Keleş ço be rehmeta

  Seydayê keleş helbestvanê navdar ço be rehmeta xudê riha vî şad û rêka vî bedevam em jî bi bona vê xem mezin serxweşiyê dijina binemala rehmetî û hemî daxdarê mergê Keleş

Seyid Feysel Moctevî

Sine 2007-06-18
Keleş li sala 1930ê li gundê Bezgor li menteqa Mêrdînê li Tirka de hate dinyayê ev hêj zarû bû ku daybabê vî çone be rehmeta xudê Keleş li naw gundê merzê Tirk û Sûryê de vek Ker Erebiye , Xezne , Ker Koy zideganî kiriye û vek hemû zarûkên devra xwe gund gund geriyaye û dersa melatiyê xandiye û piştî tevav kirina dersa dîn  şola melatiyê nekiriye û bu guzerana jîna xwe dest avêtiye felahetê.
Ceger Xwîn vek rewşenbîrekî mezin li nivîsînê Keleş teisîr danîn û bû sebeb ku Keleş helbestên xwe bike vesîleyek bu rewşenbîriya gelê xwe û helbestên vî rêka millet kurd xwe re kire armanc.
Şolên ciwakî û siyasiye Keleş evanen :
Endamê paye berze partiya Demokirate Sûryê
Endamê fêrkirina zimanê kurdî ya Ceger Xwîn
Endamê mihrecana helbestên kurdî ku hemû salan li Sûryê tête danan
Endamê lêjneya islaha zimanê kurdî
Li sala 2002 xelatê Ceger Xwîn vergirt
 
Pirtûkê vî yê hatnî çap kirin :
طريق الشعب
نحن والاعداء
آلام الامة
Berhemên xetiye vî evanen :
النضال
حلبجه
الفجر
بستان
الامل
حكم وامثال كردي
ملاكراتي

Nameyek Seydayê Keleş re

Mamê Keleş ez Feysel,pêncan li çilan zêde
Omrê mine yê zêde,bê xud diçe bê behre

Reş nîne nizarê min[1], mûyek binê befrê da
Ez ketme beraşan da, ser sipye wekî are

Bîstan dibe derbazbe,singê Sine da mame
Dûrim ji dilarama,Dil pir kul û vêrane

Min arezû ma dil da,Mamê xwe ziyaret kim
Çerxê newekir rêka,Qamûşlo û Amude

Gencî[2]tu li me Seyda,em dûr li gencê ne
Renca ku te kêşayî,bêhna vê mire miske

Helbestê şirîne te melhem li dilê kurda
Ev bang û selayê te[3]qîrînê Cegerxwîne
Zevyê tu nekêlînî,nakevte bi dexl û dan
Mehrûm neke dengê xwe,Efrînê û Amûde

Dîsa were ser texte,binvîse perêmalan
Mala me bi xetê xwe,rindane bitevzîne

Heyfe bibitin xamûş tavek li serê rewşen
Ser nabe beden bîr ke,ta sir nekeve têde

Xazî mi dixast îro,derbanê derê şeh bam
Tirsim ku nebînim ez,dîtin bi qiyamet be

Dinya dibe kafînêt,dildar bi gep mane
Şahê mi wezîn lavo,ez bo çetekê mame

Vêbkem mi miheya bû,heyva mi nepeyda bû
Nakevte bi neynûkê, kê dê li mi peyda ke?

Mêyla vî nizanim ez ta kaxezekê rêkim
Şandek li silavê xweş,pê deste gulê jêre

Şikna mi kete her kê pirsa te li vî min kir
Destê mi bidaman bû bo her kesekê pêre

 Urmîyê Celalê xal Derbêsiyê bin Evdal[4]
Mervanê Keleş bigre ta malperê Amûde

Seyyid kete kolana der lê newebû jêre
Geryaye li navê ve lê nebye nişana ve

Hivya mi Siyamende[5]vê namê bide seyda
Tev deste gulê hirmet da dil nebe azorde

Nama mi nebû qismet destê de bide meçê
Destê qederê bişkê işkand pira ba me

Destê me ji hev qetya qet bû ji me dengê te
Giryan bi du çavane seyyid bi vidaa te[6]

Sine 2005-09-04
Seyid Feysel Moctevî
Helbest : xezel
Vezn : Mefûlo Mefaîlon, Mefûlo Mefaîlon
Behr : Hezec,Mosemenê,Exreb

[1]  Cêynûkê min sipî bûne.
[2]  xizîne
[3]  gazî û qîriyê netevî.
[4]  Seyid Celal Nizamî bêjerê pêşîne radyoya kurdîye Tehranê. Civanê Evdal
[5]  Siyamend Birahîm rojnamevanê têkoşere Rojavaya Kurdistanê li Qamîşlo
[6]  Du beytê axirê paşî koca dûvayîye Seydayê Keleş hatine gotin,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…