Nameya Kevokan

Siyamend Brahim

   Kî ji me bi nav û dengê Hesenê Cezîrê  nebihistiye. ew bilbilê li ser şax û tula xweştirîn stranên işiq û evînê stiraye, û çawa em werin li ber saz û awazên tembûra wî ya bi wan tiliyên  nazenîn li awazên xwe dahênanên kir,  kêfxweş nebûye, lê biastê ji stranên wî yên bi nav û deng bû û nav gel de belav bûbû, strana (Kevokim lê lê lê…)
tê bîra min em zarokbûn em li ser vî dengê zîz xwedî bûn, xweş tê bîra min di salên şêstiyan de bavê min qawina vî dengbêjê hêja kirî, û em li strana wî ya hêja (kevokim lê le lê lê
Kevoka reşim waye waye; belê ew stran bûbû stranek li sere her kesê ku wedan hest û pêlên evînê li cem wî xurt tir dikir, paşe gelek ji dengbêjên Turk, Ermenî, û Ereb dizîn û ji pêmayê xwe jimartin,   me timî ev qawin datanî heya ew qawin xera dibû, diya min ev qwin vedişart; em kerr û gêj dibûn û me ew nedidît, hundur bi qurbana jiderva dibû
Ji Kevoka Hesen Cezîrî a ku di asîmana kurdî de berz û bilind bû û pêma gelê kurd de, ta ku em bighên  (koma yekgirû) ku kevok bûbû sumbula aştiyê; ev cîhanê tijî tracîde, gelo kengî ev zordar ji dunyayê rabe, li vir tê bîra min gava em mendalin biçûkbûn xweş tê bîra min gava li ber sîka dîwara me ev strana ha distira
Sîn sîn ez Kevoka sipîme
Min Hêlîna xwe çêkir
Dujmin hat û xerakir
Gundîno  malîno
Emê heyfa xwe hilînin.
Belê niha eger em ji dema mendaliya me ya tijî tracîdiye û em werin li gotinên helbestvan Mihemed Elî Hesso binerin;
Bûkê rindê ciwanê
Kevoka kurdisana
Gava çavên min lêket
Agirê dilê min vêket
Erê êşa bûka me ya kurdan nîşaneke di her warî de ji beşê ji yana me girtiye, hêvîdarin ku Kevoka me rahêje nameya aştiyê belav bike.
————
Xwedî û berpirsyarê kovara ASO ye
Endamê sendekeya rojnemevanên Kurdisanê ye
Endamê tevgera helbestvanê cîhanê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…