Bozanê (Ayn Issa) di nav bazara Tirk û Rûsan de

Ebdulazîz Qasim

Bazar li ser deverên kurdî bûye xala hevbeş û lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê, opozisyona Sûrî, rejîma Tirkiyê û Rûsya de, û kurd dibin qurbaniyên van bazarên şer û şerxwaziyê û rêkkeftin û girêbestên wan li ser hesabê kurdan têne girêdan.
Wekî heman bazara reş ya li ser Efrînê, û paşî li ser Serêkaniyê û Girêspî bûyîn, ku îro li gel bêdengiya Amerîka û YE, bazar careke din li ser Bozanê “Ayn Issa” dibe.

Li gorî raporteke “Rewangeha Mafên Mirov ya Sûrî” ku di roja
21.12.2020`an de, civînek li gundê Şirkrakê li nêzîkî bajarokê “Bozanê”
ji bo diyarkirina çarenivîsa vê deverê di navbera efserên Rûsiya û
Tirkan de hate lidarxistin, lê heta niha tiştek nehatiye ragihandin,
hevdem ku car car şer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çeteyên Tirkiyê de
li ser çeperên Bozanê û gundên wê bi dijwarî diqewimin.
Li gorî hin
çavkaniyên kurdî, ku civînek li ser rewşa “Bozanê” li bajarokê Rimêlan
li gel Amerîkiyan hate lidarxistin û têde Amerîkiyan got ku wan ti
pêwendî bi rewşa niha ya li Bozanê nîne, û got ku rewşa wê girêdayî bi
rêkkftina di navbera “Rûsiya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê de ye, û heta
nivîsîna vê gotarê jî hêj tiştek nehatiye ragihandin?.
Helwestên
Tirkiye û rejîma Sûriyê ji doza kurdî xuya ne, herwisa helwesta Rûsyayê
jî xuya ye, ku Rûsya di hemû siyasetên xwe piştgiriya rejîma Sûriyê
dike, bi tenê helwesta Amerîka diyar nîne, nemaze ku Amerîka niha di
kawdanên bergihur “veguhestina deshilatê” de derbas dibe, wekî me dît ku
çawa ev kawadana demkî ji aliyê Bexdayê û ji aliyê parlemantoya wê ve
wekî frsind û derfet li dijî Herêma Kurdisanê hate bikaranîn, her di vê
çarçoveyê de, dûr nîne ku di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîmê de
lihevkirinek hebe ji bo guvaştinan bêxin li ser HSD ji bo radeskirina
Bozanê bo rejîma Sûriyê, bi bikaranîna heman derfetê û sûdwergirtina
mijûlbûna rêveberiya Amerîkî bi encamên hilbijartinên serokatiyê û
veguhesina deshilatê, û heger Amerîka bêdeng bimîne, helbet wê rewşa
Bozanê ber bi çarenivîseke reş biçe û dibe Tirkiyê dest bi dubarekirina
dagîrkeriyeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ji aliyekê din ve,
tevlî kiryarên vê dawiyê yên li dijî ENKS’ê û şewtandina ofîsên
partiyên wê li Qamişlo û Derbêsiyê û êrîşên li ser malbatên aliyên wê li
Amûdê, lê dîsa berdewamiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji aliyê “ENKS” û “PYD”
ve hate piştrast kirin, ku berî çend rojan ji aliyê nûnerê nû yê
Amerîka yê taybet li Sûriyê “Joel Raybrunn” di serbazeke leşkerî de li
nêzîkî Hesekê bi awayekî cuda du civîn li gel şanda ENKS û PYNKS hatin
lidarxistin, û nûnerê nû yê Amerîka tekezî li ser timamkirina piroseya
lihevhatina kurdî kiribû, û li gorî nûçeyan ku civînên duqolî bi
çavdêriya şandeke Amerîkî di navbera her du aliyan de piştî bi
dawîhatina cejn û bihnvedanên sersala nû dê careke din berdewam bibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…