Silav, Beşa Yekemîn,

Ibrehîm Şitlo

Ji destpêka Jiyana Meruvantiyê bi dehhezar Salan, dema yek Kes rastî hinekan dihat bi awakî xwe pêşkeş dikir. Ew carna bi desthildanê an bi Dengekî pêwendiya xwe dida pîşkeşkirin.
Silav bi çi rengî bête dayîn ew Nîşana  Destpêka Pêwendiya Du Kesan an Hejmarek bîtir nêzîkî hev dike.
 Silav di Kultûra hemû Milletan de Nîşana Aşîtîyê ye. Weke tê Zanîn her Milletek jî bi Zimanê xwe yê Zikmakî Kultûra xwe bi Peyvên Rojane bi kartîne.

Milletê Kurd ji ber Koledariya bi sedan Salan û Polîtîka 
Asîmîlîzesyona Qirêj yê ku Dijmin bi Stratîcîk û Systêm li ser Milletê
me bikar aniye û hîna jî berdewam dike me beşekî mezin ji Kultûra jiyana
Rojane wenda kiriye û mixabim li şûna Peyvên Kurdî Gotinên Dagirkeran
bi kartînin.
Silav, yek ji pêwîstirîn Bingeha Ziman û Kutltûre. Meriv
Roja xwe bi Silavê destpêdike. Hema meriv kane bêje Silav Nîşana Jiyanê
ye. Dema em ji xewê şiyar dibin, hema em silavê didin hev û din.
Ji ber Pêwîstiya Silavê, Olvan jî li pêwîstiya Silavê agahdarbûn û Rêberê Olan rengê Baweriya xwe xistin Reng û Formê Silavê.
Çi
Cuhû, çi Xriîtyan, çi jî Misilman û wesa jî hemû Olên din jî Silav li
gora Ramanên xwe yên Olî bikar tînin. Ji Silavê meriv kane car carna
bizanibe ev Kes bi çi Olê bawere.
Dema Kesek ji min re silavê bi
gotina:ŞELOM li min ke, hema ezê bizanibim ku ew berêz kesekî Cuhîye.
Dema yek silavê bi gotina:ASALAMU ALAYKOM Silavê limin ke,ezê hema
yekcar bizanibim ku ew Kes:MISILMANE û Erebe.
Li Elmanya jî Kesên ku Oldarin bi Silava: Grüssgott xwe didin nîşan.
Li
vir cihê gotinêye ku hinek Partî û Civat rengê Polîtîk û Ramanên xwe di
Silavê de bikartînin. Nimûne: Tevgera IXWAN ELMUSLIMÎN di destpêka xwe
de di Salên 1950 – 1970 Silavê ESALEMU ELEYKOM weke Nîşana Hevaltiya
Tevgera xwe bikar tanîn. Dema bixwestana yekî bikin Dostê Ramanên xwe
divabû Silavê:ESELAMU ELEYKOM bikarbîne.
Mixabim, gelek Welatiyên me
vê Silavê Ixwan Elmuslimîn bê zanebûn bikartînin. Ew Kurd nizanin ku ew
bi wê Silavê netenê xwe ji Kultûrê Kurdî bidûdixin lê hîna jî Kirasê
Dijminê Hebûna Kurdan lixwedikin.
Ji ber wê, ez dixwazim li ser SILAVÊ bi kurtî van Gotinan bêjim:
Dema
me di destpêka Xebata Niştmanperwerî de karê Kurdîtiyê dikir, me
dixwest ji bilî xebata Polîtîkê em li hemberî Asîmilesyona di Warê
Kultûra mede cih girtiye Berxwedanê bikin û li hemberî binaxkirina
Zimanê Kurdî Kultûra xwe yê Zikmakî bikar bînin.
Gelek Peyvên Erebî û Tirkî jî di Gotinên me Rojane de bikar dihatin. Yek ji wan jî Silave.
 Peya hînî Gotina: Merheba an Esalemu Eleykom bûbûn.
Silavên Afretan hinekî cuda bûn û bîtir berv bi Kultûra Kurdî ve diman:
Siba te bi xêr, Îvar bi xêr…Çaxa te bixêr… tu bi xêr hatî…
 Ew
jî ji sedema ku Dayik û Xweşkên me piraniya Jiyana xwe li Mal, li Gund û
carna li Çolê derbas dikirin. Têkelî û Pêwendiya wan bi Biyaniyan re
qet nebû an jî pir kêm bû. Ji ber vê Sedemê Jina Kurd bîtirî Peyan Ziman
û Kultûra me Parastine. Ev wilo ma ta ku Deriya çûyên û Hatina Kurdan
Bajarên mezin ji ber Kar, Xwendin, Nesaxî û Bazirganiyê fereh bû û
Têkeliya Milletê me çi Peya çi Afret bi Civata Bajaran re weke Lehîkî an
Lêmişt pêkhat, îca Lehiya Assimîlasyonê xurtir bû. Dibîstan, Zanîngeh,
Li Kar û Jiyana Rojane die nav Ereban û Tirkan de bû, li her Derekê ku
Kesê Kurd biçûya divabû Ziman û Kultîrê Dagirkeran bikar bîne.
 Ica nema meriv bikanîbû ya xwe bi ser Kultûra Dagirkeran xe.
Zimanê
Dagirkeran Fermî bû, lê Zimanê Kurdî li gelek Deveran qedexe bû û bi
awakî Psîkolocîk jî bi taybet  li Zimanê Kurdî  bi çavekî nizim lê
mêzedikirin û weke Zimanekî paştamayî lêdihat mêzekirin.
Ta ku hinek ji Beg û Axayên Kurd Gotinên Tirkî dixistin nav Peyvên xwe û xwe pê mezin didîtin.
Nimûne ji wan Kasan li Devera Çiyayê Kurd ne hindik bûn. Lê ez pêwîstiya ku ez wan li vir binav bikim nîne.
Li Devera Cizîrê jî mixabim ku Kurd Peyvên Erebî pir bikartînin ta ku carna Axaftina hinekan ji Welatiyên wir  bê Reng dibe.
Silavkirin,
ne tenê peyveke ku tê gotin, lê belkî tevgerek çandîye ku jiyanek,
prensîp û nirxên Kultûra  Millete  û çawa ku têkiliyên di navbera
mirovan de bi pevguheztina wan re xurt dibin.
Silav gelek wateyên xwe
hene û nirxa xwe bi rola xwe ya di avakirina pergala Kultûr û çanda
civakê dide xuyakirin. Ew tevgerek rojane ye ku kesek li mala xwe, li
kolanê, li kar û her dem praktîkî dike.  
Silav yek ji bingehên
danûstendina di navbera mirovan de ye heke têkilî û têkiliyên di navbera
kes û civakan de raweste û ev Rola ku Silav di xurtkirina têkiliyan û
gihîştina ragihaniyê de dilîze Rolek civakî û Kultûrî ye ku dibe sedema
avakirina yekîtiya kesan di nav civakê de, ji ber vê yekê jî hevahengiya
avahiya wê û pergala Kultûre. Silav ji silavekê wêdetire, ew peyameke
ji bo belavkirina Hevaltî, Aştî û qenciyê û gihîştina danûstendina di
navbera mirovan de, û heke ew di Derbirîn û Rêbazên xwe de ji hev cûda
bin, wê hingê armanca wê yek dimîne, ew jî danûstandina bi xwesteka ku
tê de ye ji bo gihîştina aştî û qenciyê, ku yek ji wan rêgezên herî
giringên mirovî ye.
Di nav rêzikên Silavê de xurtkirina derbirîna
Evînê ye, lê her weha dayîna mohra Berêziyê jî heye, nemaze dema ku
Silav li kesek Navsal û Pîr dike.
Ji ber van Sedeman, ez dixwazim ku Silavê bi Zimanê me ji Xwendevanan re bi van Gotinan binivîsim:
Roj baş, Roj xweş
Beyanî Baş, Beyanî çak.
Dem Baş, Dem xweş
Kate Baş, Kate çak.
Îvar baş, Îvar xweş
Îware Baş, Îware çak
Şeva we baş, Şeva we xweş.
Şewtan baş, Şewtan çak
Mebest
û hêvîya min li vir ewe ku em ne tenê Gil û Gazincê xwe ji Kolîdaran
bikin, lê dive em bixwe Zimanê xwe di Jiana xwe rojane li Malê
destpêbikin. Raste Dagirker rê nade me ku em Ziman û Kutûrl xwe bikar
bînin, lê Silav û Gotinên Rojane li Malê bare Milê meye ku em Bav û Dê
bi hevre û bi Zaroken xwere Silav û Kutûrê xwe vejînin û bi Karbînin, ma
kî Kolîdar bi mer di hundirê Malê medeye? Eger em bi Zimanê xwe
bipeyivin û Kultûra xwe di nav Malbata xwe de bikar bînin, ma Polîsê
Dijmin li
Kune?.
Ji bo çi Ermen Zimanê xwe ta Îro wenda nekirine?
Ermenê
li Libnanê,li Sûryê, li Iraqê, li Ûrdinê…li Misirê …li Ewrupa an li
Emrîka be her bi Zimanê Ermenî zane, dipeyive û diparêze?
 We
bihîstiye Ermenk li Malê li gel Xêzan û Zarokên xwe bi Zimanekî bilî
Ermenî dipeyive?. Ew bi Hişyarbûna Netewî ve girêdayîye.
Cînosîda
hatiye serê Milletê Ermen û Xwîna wan li ba wan û li Koçberiyê bû VÎN û
HIŞYARBÛNA NETEWÎ. Parastina Ziman Çeka tev xurte ku Milletek bindest
kane pê xwe rizgar û azad ke.
Ma Polîsê Ereb û Tirkan li pey me li Koçberiyê ne, li Mala mene, li Civat, Dawat û Şîna mene?
Bikar anîna Zimanê Dê û Bavan nîşana Hişyarbûna netewîye, Kesê Welatparêz bi Zimanê Millerê xwe Serbilinde.
Silava Kurdî bikar bînin, serê xwe bi Rummet pê hildin.
 
Kurdish&Islamic Studies
Ibrehîm Şitlo
06.12.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…