Kulîlk bi giranî diçelmise

 
Mehmûd Badilî
Li berfirehîya evê jiyana li ser xwe gulolkî dibe
çi di kirasê giyanê xwe de teng dibim
li wî piyê rê kulîlkek li min dinêre
di bin mijankên min de sawîra tîpin nebînahî dinexşe
li ber bayekî ku nema bêhna tiştekî dikim
di nava xwe de serûbin dikelim
bê tîn destê min disûrike nihêla sînga şevê
li ber dîdara çirayeke girsronî 
dîmenên xwe yên reşzerhimî dipelînim
cokek êş tême ristin 
bi avlêkirina stiranekê tevizandina alîyên xwe dixapînim
lêtêm û lehîyek bê ronî her tiştên çak û kirêt didim ber girîyê xwe
di xelweta pêvedanên valahiyê de 
di taqa xwe ya biçûk re li wê dûrahîyê hizir dikim
bi giyanekî mişt bêhrî û siberên şikestî 
awirên xwe li dîwarên sar bidarvedikim
ma dê çi xunçe di hala min de were
şev mista arezûyê dixurîne
sibeh her carê, xwe di xêlîya xwe de jibîr dike.
Ez nema bêhna lewenta te ji alîyan dikim
na, nema bêhna te dikim
ji roja ku min,  ew kulîlk li ber derîyê te danî
û derî li ser xwe girtî ma, min jî hestwera bêhna bi te ve wenda kir
nuha di nava xwe de li hev dikevim 
û ewr çirîska di çav de mayî dileyîne
hest dibim ku dikim cihanê bi tevayê di devê xwe re bavêjim
lê kenê min nayê
her ez kumlikê aramîyê li bejna bahozê dikim
avê li toza rêyan dikim
ev çi asîman e, te bi henaseya xwe dipêçe
ev çi tarîping e, rûdêmên xwe li te kiriye
ew çi kulîlk e li wî piyê rê bi giranî diçelmise
şewatek ji birînê kûrtir li kûrahiya min bilind dibe 
rîpên bengîniya xwe bi tilîyên nepenî dijene
xişexişa pelikên kulîlkê ji rûyê berfirehîyê dadiwerive
de li wir be ha
ji perestgeha xwe nelebite
bila baran li ser lavijên te bicivile
bila ez berdewam
di sîbera berfa te de
biherifim.
20.11.20

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…