Qamişlo û Govenda Bîranîna Seydayê Cegerxwîn

 Konê Reş

Di roja 22/10/2020, bi helkeftina ku 36 salan di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re derbas bû, her çar komên nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî girs de, li bajarê Qamişlo, Bexçeyê Xwendinê bibîr anîn. Min jî bi wan re, bi vê helbesta xwe ya ku ji mêj ve min li dor Seydayê Cegerxwîn afirandiye beşdarî kir û ji wan re navên her 10 dîwanên wî, salên çapkirina wan û nav û şanên wan lehengên kurd yên ku pêşgotin ji dîwanên wî re nivîsandine, bi kurtî, wek panorama anîn ziman û di encam de, min xwe dît ku, ez di govenda Seydayê Cegerxwîn de diraqisîm!

Ev e Helbesta ku min li dor Seydayê Cegerxwîn xwend:
Di axbeyareke Kurdistanî de
Sinbilek, bi navê Cegerxwîn,
şîn hat.
Bi ba re dixilîya
Lê qet ne tewiya;
Di zivistanî de,
Tevî baran, bef û bahozên
Ku dihatin,
Pişkivî, zîlda û
Bû kat..
Di buharî de
Bû şîndar,
Lê bi tenê,
Bê dost û heval..
Ta ku bi ser de hat
Havîna gerim
Hingî ji nû
Hişk bûn libên
Sinbilên zer..
Ne pûç ne kiwîrik,
Xurû genimê zerik..
Çaxa dem zîvirî û
Bû payiz,
Ba leyist fîze.. fîz
Hingê ji nû,
Ji wî sinbilê genim sor
Lib pekiyan;
Yeko.. yeko
Dor bi dor û
Tev di wê axbeyarê de
Belavbûn,
Tovekî nû
Di xakê de
Hat werbûn..
Ji wê libê, ji wî sinbilî
100 libî zîl dan, pişkivîn û
Bûn sinbilîn genim sor..
Dema ku bayê nû hat
Ew sinbilên nû
Bi wî bayî re
Xilîyan û tevan bi hev re gotin:
Cegerxwîn.. Cegerxwîn..

  Û evin navên her 10 dîwanên Seydayê Cegerxwîn û kesên ku pêşgotin ji wan re nivîsandine:
1 – Pirîsk û Pêt 1945 – Şam. Bi pêşgotina Mîr Celadet Bedirxan û Qedrî Can.
2 – Sewra Azadî 1954 – Şam. Bi pêşgotina Osman Sebrî, 212 R
3 – Kîme Ez ?, 1973 – Beyrût. Bi pêşgotina Hemîdê Derwêş, 318 R
4 – Ronak, 1980 – Swêd. Bi pêşgotina Kemal Burkay, 208 R
5 – Zend – Avesta, 1981 –Swêd.Bi pêşgotina Qenatê Kurdo,178 R
6 – Şefeq, 1982 – Swêd. Bi pêşgotina Casimê Celîl, 180 R
7 – Hêvî, 1983 – Swêd. Bi pêşgotina Ordîxanê Celîl, 186R
8 – Aşitî, 1985 – Swêd. Bi pêşgotina Tîmûrê Xelîl Mûradov, 173 R
9 – Şerefnameya Mewzûn, pêşgotina Dilawer Zengî 1997, Bêrûtê.
10 – Xweşxwan/ 1927: Bi pêşgotina Derbas Mustefa Duhokê 2016.

Qamişlo, 22.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…