Hejmara Heftemîn A Kovara Şermola Derket

 Hejmara Heftemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Heftemîn “Girîngîya romanê” ye. Ji ber ku Yên vê hunera wêjeyî dişopînin ji girîngî û bandora wê ya mezin haydar in, roman dikare mijar û fikarên cihêreng ên civakê eşkere û ronî bike.
Di Hejmara Heftemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Hejmara Heftemîn a kovara Şermola bi 188 rûpelan bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.
  Naveroka hejmara Heftemîn

  Pêşekî:
 -Roman.. (Desteya sernivîskarîyê)

 Analîzên hizrî:
  -Roman Bi Xwe Şoreş e .. (Abdullah Ocelan)

 Dosyaya hejmarê:
 -Roman.. (Dîyar Bohtî)

 Lêkolîn:
 -Rola Wêje Di Civakê de û Jîyana Wêjeya Kurdî.. (Merwan Berekat)

 Hevpeyvîna hejmarê:
   -Li gel Nivîskar û Romannivîs “Helîm Yûsiv” e … (Aram Hesen)

 Jin û çand:
 -Jin û Romana Kurdî.. (Vejîna Kurd)

 Pirtûkên derketî:
  -Romana Italo Calvîno ”Heger Rêwîyek Di Şeveke Zivistanê De’’ û Heyama Post-Modernîzmê.. (Ersin Zengin)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)

 Werger:
  -Çayê Tev Lîmonê .. (Grîgorîy Gorîn-Wergera ji Rûsî: Şalîko Bêkes)

 Huner:
     Li Ser Xeta Şanoyê Me.. (Ekîn Ronî)

 Çîrok:
 -Rê.. (Qadir Egîd )
-Gîyanên Piçûk Koç Kirin.. (Hind Ebdelo)

Helbest:
-Sara….. (Beşîrê Mele Newaf)
-Hêvîya Baskoyî.. (Rakan Hisso)
-Veger ..(Yûnis Bahram)
-Gurm e Gurm e.. (Ebûdê Mexso)
-Her dimînim ez.. (Lîlav Elî)
-Ez Qasim im ..(Cemîl Xoce)

 Serbest:
 -Nirxandina Wêjeyê.. (Luqman Polat)
-Gundê Heftêr .. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…