Gotinek di 84 Saliya Prof Dr. Celîlê Celîl de

 Konê Reş

   Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, digel çend navdarên Qamişlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran.. Wî jî, bê rawestandin, şev û roj dikin yek û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi şahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin..

   Di sala 1985an de, careke din digel kebaniya xwe (Gulîzarê) hat
Qamişlo. Vê carê jî, wî gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê dan hev û
bi xwe re birin.. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina
kurdên Binxetê çawa dît?
   Li min vegerand û got: “Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim..”
  
Di sala 1988an de, careke din ew û xwîşka xwe (Cemîla Celîl) hatin nav
kurdên Binxetê/ Qamişlo. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir û
destnivîs bi xwe re birin.. Di pey van hatinan re, me gelek carên din
jî hev dît.. Di van hersê carên pêşî de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî
danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdi
bi min re mezin bû.. Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re, di warê
eşq û danheva folklorê kurdî de, dibînim û her dem ez vê yekê tînim
zaman.
   Bi helkeftina ku îsal, di roja 26/11/2020an de Dr. Celîlê
Celîl derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe, kêfxweş dibim ku van gotinan
derbarî pîrozkirina temenê wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim ber
çavan. Wek vê agahî û pîrozkirinê ji min tê xwestin, berî gelek kesên
din. Ez ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî me û ji mêj ve
pêwendiyên min digel wî hene..
   Fermo hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20/11/2006an de ji min re hatiye:
“Konê
Reş, birazî! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê te xwe kêm
nekirye. Maşalla rewşenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû
jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin.
 Xûşk û birayên hêja ji Kurdistana rojava (Biçûk)!
 Dewra
xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber
xwe vekirye. Ez meşa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim”.
Celîlê Celîl/ Wîena 20/11/2006
  
Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên
xelkên xwe navdar e.. Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û
bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi
zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û weşandina kovar û rojnameyan
de, di nav gelê kurd de hatine xuya kirin..
   Eger Bedirxanî di vî
warî de ji pêşengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan
jî di bin şert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi
mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan
malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî,
di sirgûnê de, 84 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok,
zargotin, çand û medya kurdî de kiriye.. û hejî neferên wê, bi berdewamî
di vê kêferatê de li ber xwe didin..
   Mebesta min ji van gotinan;
Ev e ku di 26/11/2020an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê,
derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe.
   Ev ê ku bi dehan pirtûk li dor
kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran
çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê
parastine, dane hev û çapkirine…
   Ji mafê wî ye ku em di saxiya
wî de, 84 saliya wî lê pîroz bikin û pêre beşdariya di vêxistina 84
mûman de bikin.. û pêre mûman bi temirînin.. Digel ku em jiyaneke xweş,
geş û dirêj di bextiyariyê de jê re bixwazin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…