AMÛDÊ

  Idrîs pîran

Amûdê çi ye—–navçeye !.
Bê guman tu ne çav nase ?.
Amûdê şar û bajare .

Di gumana min de ji wilo mezintire ?    Wax tu di bêje qey amûdê warê evînêye cihê dêra valantînoye yan warê memo û zînêye her û wer navçeyek girêday, herêma şarê Qamişloye .
Raste amûdê navçak mezine û hirmeta min ji qamişloka evînêre ,belê Amûdê kanî û wargeha evînêye dilê herêma roj avaye û damarê Kurdistanê û roj hilatêye .
Kekê mino amûdê navçeyeke ji navçeyên deşta Mêrdînêye ,gulopên ronahîyê ji mêrdînê di çirisînin tîrêjên xwe derbasî şevên amûda nazdar dikin û kûr bûn û dem bûriyên dîrokê di bîra mirovde tîne li ser yek bûna xakê A bi suruştî ne bi konevanî û civaka nêz û dûr di dîroka deşta mêrdînê de..?.
Wax wax te çawa kir ji mêjde ez dibhîzim ku amûdê ji zarwên xwe dixwe ! ?.
Bê guman bihîstinên te raste ….û ev gotinên çav ne barane ,çav ne barên ku amûdê tewambar û belengaz dikin    û…..?.
Amûdê navçeyek mezine bajarekî dewlemende bi her tiştên xwe ,kaniya rewşen bîriyêye tîrêjên rewşena xwe li seran ser belavkirye .
Bê guman ez dikarim bêjim ev kanî bingeha şopandina rewşen bîrya netewîye û welat parêzîyêye.
Gelo di gumana tede hîn amûdê ji zarwên xwe dixwe .
Belam kake can te ramanên min zîvirandin û ez bi hêvîme tu hevpeyvîna xwe berdewam bike û min fêrî hinavekên amûdê bike .
Amûdê pir kûr û kevne di dîrokê de ,dîroka wê bi dîroka darêve li bakurî wê girêdaye li piş sînorê Dagirkirên hev parên welatê me,li ser xetê wek tê nasîn li cem hemwelatiyên me û darê xwedya zindana bin erd û mezin û wek tê nasîn ji dema şah daryosve ava bûye.
Lê herêma navça amûdê ne ji berî zayînê bi tiştekî hindik tê nasîn. belê dîroka vê herêmê ji berî zayînê bi sê hezar sal ve hildikşe,ji wan demên Hûryan û paşê Mîtanyan û ev herêm ji wan demande ava bûye û Orkêşa hûryan li girê Mozan bi nasiye û aşê bin erd li ser çemê Amûdê û hemû neqşên dîrokî ên vedîtî li vê herêmê û derdora wê didin nasîn kûr bûna dîrokî ji cî bi cî kirina mirovan di vê herêmê de.
Minalê Amûdê wek te da xwiyanî ew qas amûdê kûr û dûre di dîrokê de ,di gumana minde gerek buhiştek ba li ser ruwê vê xakê û wek ez di nasim navçeyek xirabeye…..?.
Kekê xoşewîst gelek kiryar bi ser amûdê de hatine û tên kirin ji heman deman de çinkî gelê wê xwedî rûmet û welat parêzin û dil sozê Azadyê ne û hin ji van kiryaran wek gule barandina bafirokên ferensî di dema dagir kirina wan li ser sûryê,çinkî gelê Amûdê wek hemû herêmên roj avayê Kurdistanê li dijî ferensizan ser hildidan û doza ser xwe bûna sûryê dikirin û xwe di dîytin kurdên sûrî û cuda bûn tine bû di welat parêzyê de û hem welatyê de û şer di kirin li rex birayê xweyî Ereb li dijî dagir kiran,û paşê kiryarên şofînî bi serde hatin wek şewata sînema wê û gelek kiryarên konevanî hatin û tên kirin û bê guman wek di bêjin jî xwedî mal (maldar) tirsoneke û ew jî hinekî sûcdarin …..?.
û kar sazên bi çûk û karkirên wê ji peyda bûna ne çariyê jê bar kirin û rewşa abûrî roj bi roj têk di çû ,lê bi ser hemû kiryaran de amûdê hino hino xwe ava dike û hêvya avayê jê tê kirin ne xasim ku vebûnek konevanî çê bi be û carna hin girêkên vê konevaniyê xwe didin nîşan ji vebûnêre û em hêvîdarin—û hêvîdarê azadya mezinin ?.
Lê amûdê bajarekî xweşe rewşek civakî kurde warî xweş tê deye,kevne şopînên qenc û baş têd di gere
Û berfireye û evîn û hezkirina gelemperî û welat parêzî û netewayetî lê heye .
û bi kurtî eve amûdê û xwe dide hêvî kirin  ku wê geştirîn bibe ji hemû hêlanve çi abûrî be – avayî – rewşen bîrîyek berdewam –civakeke qeznc kirî û paqij…..?.
 
edrispeeran@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…