Dibistan

Reşad Şeref

Dem peyîz bû, roja min ya pêşî bû ez diçûm dibistanê, dibistana me ji sê odeyên kelpîç pêk dihat, sê odeyên hevrastî hev.Di hewşa dibistanê de, gundiyan lodên qirş danî bûn ji bo bêxin ka û li zivistanê bidin sewalên xwe, ew lodên qirş gelek nêzî hev bûn, kesekî bîr nedibir ko zarokek nefêm çirîskek agir bavêje li nav wan.. wê demê wê her tişt bişewitiya tevlî dibistana me ya yekane. Her odeyekê ya dibistana me du sinf tê de hebûn, odeya me sinfa yekê û ya şeşan bû, navê mamosteyê me Feysel Ebo Rinda bû.

Mamosta sirt û qûnsîr bû, ji gotinekê xwîna wî dikeliya, timî dar di dest da bû, te digot qey gavan e, ne mamosta ye!
Em gelek piçûk bûn ewên din jî gelek mezin bûn yan me wusa didîtin, hinek ji wan simbêlên wan dabûn der û hinek din dengên wan gîr bibûn, lê tev ji mamosta ditirsiyan, dema dengê xwe dikir henaseya şagirtan dihat birin.
Sinfa me piçûkan em li rêzên pêş bûn, dersa me xelas bû, Elîfebeya zimanê erebî bû.
Mamosta dest bi dersa sinfa din kir, em li ber nediketin ew çi dibêje.. hem ji hiş û hizrê me zêde bû, hem ne bi zimanê me bû.Em dikerixin û diwestian. Me dixwest em derkevin derve yariya bikin, lê derfet tune bû. Baş li bîra min tê, min û hevalê xwe bi dengekî nimz û pistepist me diranê hev dijmartin, li xweşa mamosta nehat, darek li nav serê min xist.. cihê dar pir êşiya lê min newêrî bû bigrîm.. min giriyê xwe daqurçand zikê xwe de. paşê weke xwerek zirav kete serê min.. xwîn jêhat di cînîka min re herikî heta giha bineguha min.
Ders xelas bû.. danê sibehê qediya, xwîna min qerisî, ez vegeriyam mal. Li derîzana malê çeltê pirtûk û qeleman min avêt bi kel û girî min got: Ez nema diçim dibistanê; ezê herim li ber pez, ji wê rojê û hirve ez bûme şivanê pez. Ji bo ez çîroka dibistana xwe ji bîr nekim, herroj ez ji pezê xwe re dibêjim û nîşana cihê derba mamosta şanî wan didim.
Ew xemgîn dibin, lê ew jî mîna min, nikarin tiştekî bikin.
27.4.20

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...