Siîd Gabarî .. Taha Hisênê Kurdan .. Sembola Viyanê

Berzan Şêxmûs
 
Yek ji nîşanên hebûna gelan mîna gelekî resen hebûna Ziman û hebûna kultûr û wêjeya wî,  kesên ku di herdû waran de kar û xebatê dikin mîna stîrkan .. kesên xwedan bandor têne naskirin û bi tiliyan têne nîşandan ji ber ked û xebata wan di ber pênasîna gelê wan û hebûna wan gela di rêza gelên resen li seranserî Cîhanê de, lê ev yek tê ku dema ew kes xwedan hemû karînên xwedandan bin lê çawa ku ew xwedan pêdiviyên taybet bin.

Taha Hisên rexnevan û wêjevanê Misrî mînaka herî naskiriye di
Rojhilata Navîn de û di herêma me de ya ku di bin bandora welatên Erebî
de ye, ji ber karînên wan yên mezin beranberî gelên herêmê, Hisên tevî
ku xwedan pêdiviyeke taybet bû û ji herdû çavan kor bû lê bi viyaneke
mezin û bi karînên taybet ji Yezdanê Dilovan karî bû navê xwe di nav
navên kesên xwedan bandor de tomar bike û xizmeteke mezin ji wêjeya
Erebî re pêşkêş bike.

Di nava Kurdan de heman kesayetî peyda bû û
heman xizmet pêşkêş kir lê di warê huner û kultûra Kurdî de û bi taybet
vejîna wê û parastina wê ji  windabûnê di nav kultûrên gelên hermê de ji
ber karînên wan yên mezin  li hinber karînên Kurdan.
Siîd Gabarî
bavê Bêkes xwedanê pêdiviya taybet û xwedan karînên lawez heman ezmûn di
nava Kurdan de dûbare kir û bandoreke mezin lîst û stran û kevnetorê
Kurdî parast û bi viyaneke mezin ew vejand û strana resen di nava Kurdan
de bi cî kir.
Bavê Bêkes yek ji stêrkên gelê Kurd bû, ew gelê zengîn
di hemû waran de, lê di heman demê de herdem samanên wî yên kultûrî  di
metrsiyê de bû ji ber nebûna dewlata wî û hewldanên dakirkeran ku di
hemû waran de hewildidan ku  binpêkirinan di derheqî wî gelî de encam
bidin, ji ber vê yekê keda wan du qate û bê guman ewê li pêşiya stêrkên
hemû gelan bin, ji ber parastina wan ji bingehên sereke yê hebûna gelên
wan ji nav qîlên dakirkeran.
Gabarî kesê bê çav xwedanê pêdiviya
taybet li gundekî ji gundwarên Amûdê ew devera başguhxistî jiyana xwe bi
zehmetiyê destpêkir lê bi viyana mezin navê xwe mîna stêrkekê û
kesayetiyekî navdar tomar kir ne ji ber xebata di bir kevnetor û stranê
bi tenê, lê di warê netewî de jî xebatkarkî mezin bû û di rêzên herî
balkêş de kar kir, ew rêz rêza pêşmergayetiye de, ew cihê giranbûha di
jiyana Kurdan de.
Gabarî hêja ye ku navî wê bi tîpên zêrîn bê
tomarkirin û hêjaye wekî sembola viyanê bê destnîşan kirin, ji ber ku ne
ji wê viyanê ba eger hebû ku Siîd mîne gelek kesan li ser alîkariyên
mirovî jiyana xwe bi qedan da û herdem hewcedarî alîkariyê ba.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…