SEÎD GABARÎ ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ

Îro, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, bi dilekî gelekî xemgîn û bi dax, nûçeya hate ragîhandin ko Seîd Gabarî koça dawî kiriye bihîst ….
Bêgumane ko bi koçkirina Seîd Gabarî, gelê me bi giştî û huner û stiranbêjî û folklora Kurdî bi taybetî bejneke gelekî bilind winda kir, û stêreke geş ji asmanê Kurdistanê, di warê hunerê de qurijî û hate xwar, û bê guman e jî ko bi mirina Seîd Gabarî û kesên weke wî, ên ko îro pêdiviya gelê Kurd û Kurdistanê gelekî bi wan heye, valahiyeke mezin derdikeve holê.
Seîd Gabarî di sala 1956an de ji dayik bûye, û hîna biçûk bû bînaya çavên xwe winda kir, lê bi rastî gelekî jîr bû, bîrok û bîrmendiya wî gelekî fireh û zengîn û bê hempa bû, loma zû bi zû hînî mûzîkjeniyê by, bi taybetî tembûr, û dest bi stiranbêjiyê kir, dema ko Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nasdike, gelek ji helbestên wan, û yên çend helbestvan din jî, dike stiranin gelekî bi nav û deng, û bi taybetî stirana (ey bilbilêdilşadî) ko li ser zimanê her kesî ye, wî gelek stiran û sirûdên şoreşgêrî û netewî stirane, û bi hezaran stiranên nuh xistine ser mûzîk û stiranên Kurdî, ew pê gelekî zengîn û rengîn kiriye; welat û ntewe perweriya wî bûbû evîn dilê wî, ok ti carî di dilê wî de sar nebûye, revîna agirê wê evînê kêm nebûye ….
Bera serê gelê Kurd hemûyî sax be, serê malbata wî, yê xizm û dostên wî sax be, bi hezaran barên gul û beybûnan li ser gora wî bin, gorbuhiştî be bavê Bêkes …
Wê Seîd Gabarî di dilê gelê xwe de zindî bimîne, we dibistana wî  a hunerî her bimîne û pêş de here, dengê wî, mûzîk û stiranên wî, wê her û her wî di nav me de zindî bihêle  …
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
04.05.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…