Alemdarî û bîroya siyasî, bûne abûqatê Şêx Alî

Qado Şêrîn
Wek çilo kole mecbûr e berevaniyê di ber xwediyê xwe de bike, wilo jî endamên partiyên me, em kişkişandine wê asta ketî û xwe mecbûr dibînin berevaniyê di ber şaşî û binpêkirinên serokên xwe de bikin. Li şûna lêborînxwestinê û spasiya rexnegir û zikêşan bikin, êrîşî wan dikin.
Rexne ava û serrastkirine, ne dijîtî û kîn û serjêkirine. Lê mixabin partiyên me rexne wek êrîş, devavêtin û dijîtiyê dibînin.
Em, wek rexnevanan, me negotiye çima Şêx Alî girafêta şîn ne ya sor û
reş û qehwerengî û sûkûsûkû..û..û..û datîne, me negotiye çima Şêx Alî
keskayê li şûna goşt dixwe, her wisa me negotiye û rexne nekiriye bê
çima Şêx Alî cil û sola reş û ne ya gulgulî li xwe dike, me negotiye
çima Şêx Alî wisa û ne wisa dimeşe, çima wisa û ne wisa dirûnê, em
nêzîkî kesayetiya wî ya taybet nebûne, belê em şaşiyên Şêx yên girêdayî
bi pirsa gelê me ve rexne dikin.
Sê nimûne, ez bêtir û dirêjtir nakim.
Eger
Alemdarî zikêşê partiya xwe, û zikêşê pirsa gelê kurd li Rojavayê
Kurdistanê ba, wê ji serokê xwe, ji Şêxê xwe, biborin ji xwediyê xwe Şêx
Alî bipirsiya: Çima te di gotara xwe ya di avaya parlemanê Europî de
qet qala Beşar Esed nekir, te mijar hemû bi qest û mebest û zanebûn
dibir ser Erdoxan? Wek ku Esed ne wek Erdoxan dagîrker û dijmin e, wek
ku Esed parêzerê mafê gelê kurd be, û mafê gelê kurd inkar nake, û mafê
gelê kurd dayê û diparêze, li gel ku Şêxê wî tim dibêje: pirsa me û mafê
me li Şamê ye, di bin çengê Esed de ye.
Eger Alemdarî zikêşê partiya
xwe, û zikêşê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, û ne mirîd û
sofîk û koleyê Şêxê xwe ba, wê ji Şêxê xwe bipirsiya: Şêxê min, tu bi çi
mafî Qamişlo wek bajarekî Bakurê Rojhilatê Sûriyê-Feratê, û ne wek
bajarekî kurd û Kurdistanî bi nav dikî. “Xeta xwar, ji gayê pîr e”. Gelo
hat bala Alemdarî û ji xwe pirsî bê ji bo razîkirina kê Şêxê wî wilo
gotibû. Belê Şêxê wî bi zanebûn kurd xistibûn asta kêmnetew û pêkhatiyên
herêma kurdî, daku xeta xwar ya li dijî neteweya kurdî razî bike, û di
encamê de mafê rewa yê gelê kurd piştguh bibe.
Eger Alemdarî zikêşê
partiya xwe, û zikêşê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba, wê ji
Şêxê xwe bipirsiya: te bi çi mafî partiya me li ser rêya xeta xwar, xeta
silogana “Biratiya Gelan” daniye, ew xet pilana nû ya piştguh û
tunekirina mafê rewa yê neteweya gelê kurd e.
Li dawî, Eger Alemdarî
zikêşê partiya xwe, û zikêşê pirsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ba,
wê Şêxê xwe, yê ku bûye egera gelek perçebûn, cudaxwaz û rawestandina
gelek endaman, ji partiyê biqewitanda û partiya El-Wehde vegeranda ser
rêya berê, rêya dilsoz û kurdayetiya rast û durust, û ji xeta xwar û
Qendîl dû bixista.
31ê adarê 2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...