Ji min werê tev xelkên dinyê bi Kurdî xeber didin

Konê Reş

  Bêguman bandora nexwendina bi zimanê dayikê neyênî û zor mezin e.. Nexasim ji me kurdan re ku xwendin û nivîsandina bi zimanê me qedexe bû.
  Erê, li welatê me Kurdistanê fêrbûna bi zimanê zikmakî qedexe bû; li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî bû, li Başûr bi Erebî bû û bi şêwezarê Soranî bû, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî bû. Ji bo vê yekê zarokên me, ji zimanê dayika xwe dûr diketin, zimanê biyaniyan hîn dibûn.. Vê yekê dihişt û dihêle ku zarokên me di asta hînkirin û perwerdeyê de qels bimînin.

  Sebaretî me kurdên Rojava, ji ber ku ew derfet li pêş me nebû ku, em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, xwendina bi zimanê dayikê li me qedexe bû, em neçar bûn bi zimanê Erebî bixwînin. Di encam de bandora nexwendina me, bi zimanê me di civaka me de, bi neyênî xuya bû.. Di vê biwarê de dikarim ji xwe, dest pê bikim:
  Di zaroktiya min de, ji min werê tev xelkên dinyê bi zimanê Kurdî diaxifin û xeber didin, qet min bîr nedibir ku zimanên din jî hene..
  Bi çûna dibistanê re, ez hay bûm ku zimanê erebî jî heye û pêdiviye em di dibistanê de bi wî zimanî bixwînin.. Zimanê erebî, ev zimanê ku qet kesî ji malbata min, gundiyên min û xelkên derdora min pê nediaxifîn û nizanîbûn.. Bi tenê melayê gund, mamostayê dibistanê û ew çend cendirmeyên qereqola gund pê diaxifîn. Bi çûna dibistanê û nezanîbûna zimanê erebî re wek ku tu dîwarekî di navbera min û  dibistanê de ava bike. Tenê, min li mamoste mêze dikir.. wek yekî ker û lal be, bê ku ez tiştekî ji mamoste fam bikim..
  Lê di eynî kat de, me zarokan di navtara gund û li ser bênderên gund de bi tev cureyên lîstik û yariyan dilîzt û me bi zimanê xwe, dengê xwe bilind dikir û bi serbestî û bêfedî me wek vê yariyê ji hev re digot û lihev vedigerand:
“Hop hopê, qeretopê! Pezê Mîra li kû diçêre? Li qelêç. Çi dixwe? Nan û kêç. Çi dirrî? Safî herrî..” An wek van mamik û şertokan me davêtin ber hev: “Diçim serê carekî, dikutim bizmarekî, deng diçe hezarekî. Çiye?”
  Lê di dibistanê de, em ji desthilanîn diketin..ji mamoste ditirsiyan [ me fedî dikir..! Me nizanîbû mamoste çi dibêje.. û em çi lê vegerînin.. Bav û diyên me jî bi zimanê erebî nizanîbûn ku bi me re alîkar bin û hinekî me ji wê hisargeha zimanî derxînin..
  Bêguman bandora vê yekî a neyênî gelekî li me hebû û dawî li civaka me vedigeriya.. Anku me bi şêweyekî seqet xwend, ne şêweyekî normal.. Bandora wê seqetbûnê li me û civaka vedigeriya.. Erê, em bi dijwariyeke mezin fêrî wî zimanî bûn.

Qamişlo 18/3/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…