Mihrecana Bochum

 Bavê Zozanê

Roja 07.03.2020 katjimêr 11:00 Li bajarê Bochum ê yê Elemanî û bi alîkariya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û mala Sersera ya çap û weşanê ,çalakiyek zengîn û dewlemend hate li darxistin ku li ser çar beşan hatibû belavkirin:
 – pêşengeha Pirtûkan
– Roja Cîhanî ya helbestê
– Huner û hunermend
– Tablo û şêwekar

Vestîval yan jî mihrecan bi siruda kurdî Ey reqîb dest pêkir wisa jî milet xuleyek bê deng li ser canê pakrewanan rawestiyan.
Ku jimarek zêde ji milet hazir bûbûn – Tevlî rewşa taybet ya vê êşa giran Korona – ji hemî layên civakê Rewşenbîr,Siyasetmedar, Hunerdmend….
Mamosta Elwan Şivan pêre jî Bavê Zozanê dest bi progirama festîvalê kirin ku ewan herdiwan ev çalakî bi rêve birin.
Mamosta Elwan amoje bi rola xwendinê kir ji avakirina yakemîn pirtûkxane li cîhanê ku di serdema feroniyan de hatibû çêkirin.
Mamosta Cemîl Ibrahîm gotina Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê pêşkêşî guhdar û temaşevanan kir.
Di serî de xêrhatina mêvanan kir wisa jî li ser vê çalakiya hevbeş di nêv bera Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û weşanxana Sersera re ,axivî ,got ku yekîtiya nivîskaran bi erkê xwe yê netewî û niştimanî di vê qunaxa hestyar de radibe ,mamosta Cemîl da xuyanîkirn ku ev pêşengeka pirtûkan wek yekemîn karê hevbeşe wisa jî karekî pîroze bi hêviya ku karê Yekîtiyê li seranserê Elmaniya bê belavkirin ku ev jî daxwaza rewşenbîr û nivîskarê hemî deverêne.
piştre D.r Beşar Mustafa xudanê weşanxana Sersera gotina xwe ya hindik û rindik ji milet re pêşkêş kir got ku ev çalakiya yekme di nêvbera weşanxana wî ya Sersera û Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd e çêdibe .
Wisa jî rola pirtûkê berz û eşkere kir di çivakê de.
D.r Mihemed Zeyno li ser kar û barê Sersera mala çap û weşanê axivî ku bi rengekî çak û fire alîkariya nivîskarên Kurd dike wisa jî berhem û pirtûkên wan yên bi zimanê kurdî bê dirav çapdike ji xwe ev alîkariyeke bê hampaye cihê rêz û xweşiyê ye ,da xuyanîkirin ku ta nihake bi sedê pirtûkan ji hemî rengan: Roman Helbest Ziman Kiltûr çapkirine wisa jî sipasiya xudanê wê lawê bajarê zeytûnan Efrîna birînar Dr Beşar Mustafa kir.
Mamostê hêja û xweşik romanivîsê Kurd Can Dost gotina roja cîhanî ya helbestê xwend wisa jî rola çand û helbest û nivîskaran di jiyana miletande da xuyanîkirin.
 Piştre dora helbestê hat ku kak Hefîz Ebdulrihman û Helbestvan Tengezarê Marînî û H.Ehmedê Ezîz helbestê xwe bi zimanê kurdî xwendin civat hemî dilşakirin .Ji xwe helbestavanê hêja yê Ereb berêz Ela`edîn Ebid Elmewla simînar bi helbesta xwey Erebî xemiland ku naverok bi xwe tev li ser Kurda bû.
Di vê navêre û ji bo roja cîhanê ya jinê ,jin û qîzên beşdar yên li çalakiyê bi gulên sor hatin pîrozkirin .
 Mamosta Elwan Şivan jî helbestek nazik diyarî giyanê hunermendê hêja Mihemed Şêxo kir ku ji xwe şîna koçkirina wî di meha Adarê deye 9.3.1989 xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bikê cihê wî bike bihişta rengîn.
Hunermenda bejin bilind Rojîn Gedo bi dengê xwe yê zelal simînar xweş û geşkir.
Li hêla din pêşengeha pirtûkan mîna Bihara welêt masên holê xemlandibûn bi zimanê Kurdî û yê Erebî .
 Sedê pirtûkên rengereng li ser masan hatibûn raxistin nav û nîşan pir bûn nikarim tevan bibêjim ditirsim hin nivîskaran ji bîr bikim,navên giran hebûn xwedî serbor bûn di warê wêja û edebyatê de..
Ji xwe çar weşan û pirtûkxane li çalakiyê amadebûn Sersera, Cûdî, xanê û Interêsist.
Şêwekara hêja Cîhan Ibrahîm pêşengeha me bi komek tabloyên xwe yê nazik ronîkir ku hemî simbolî bûn vêce dilê keç û xortên hazir bi wan rengên xwey taybet xemîm kir ku di wana de êş û kul û derdê bajarê xwe û ye me Efrîna birîndar ber bi çav kir.
 Hêjaye gotinê ye ku jimarek ji helbestvan û nivîskaran ji ber vê rewşa tenduristiyê ya xerab nekarîbûn amade bibin hinan lêbûrîn xwest û hinan nikarîbûn werin û hin jî nexweş bûn.
Divê em ji bîr nekin ku komîta amedekar wek şana mêşa hingiv dest bi dest mil bi mil tevgera xwe berdewam kirin bi rastî keda wan nayê ji bîr kirin ji wan Can Dost-Brahîm Yûsif -Hefîz Rihman- Sedîq Şernexî-Elwan Şivan – Xalid kedlo – Cemîl Brahîm-Bavê Zozanê-Xorşîd Şûzî – Zînê û leşkerê veşartî Ebdulbaqî Hac Silêman.
Silavên germ û spasiyek qeşeng û gurzek gul bo xuşka hêja selam pêrejî hevjînê wê Hejar Botanî li ser keda wanî bê hempa ku nivê karê çalakiyê li ser milê wan bû.
Xuşka Cala Iniz ji xwe dive newê jibîr kirin ji ber keda wê ya bê denk ku mîna ava kaniyê bû.
Spasiyek taybet bo rojamevan Raman kinco û (Dezgeha dengê Europa )li ser kar û wênegeriya wî ji vê çalakiyê re wisa jî li ser wan hevpeyvîn û Vîdyoyên ku amade kirin.
Ji xwe divê em jibîr nekin ku xwarinek sivik jî bo hemî mêvanan hate pêşkêş kirin.
Dawî dikarim bêjim ku çalakiya me serkeftîbû bi rêk û pêkbû cihê şanaziyê bû lê helbet hin kêmansî hebûn ew jî teknîkîbûn ne gunehê komîta amedekar bû.

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…