Heftemîn Fîlmefestîvala Duhok, Kurdistan bi hemû ciwaniya xwe

Idrîs Hiso

Roja 09.09.2019z gera Heftemîn Fîlmefestîvala Duhok a Navdewletî bo Fîlman destpêkir. Yek ji mêhvanên festivalê yên navdar ji Rojavayê Kurdistanê nivîskar, lêkolîner û helbestvan Konê Reş bû.
Min telîfona wî kir, û ji Gewîlan, ji qiraxa cemê Zab, ji Keleka Yasîn Axa, min berê xwe da Duhok, ku dê bi fîlmên sînema ji seranserî cîhanê û tevahiya Kurdistanê were xemilandin.

Bûka Badînan, Duhoka Dasniyan, bi fîlmên sînema dê were xemilandin û sînemakar, rojnamaevan, nivîskar, siyasetmedar, xwendevanên zanko û keç û xortên Duhok û Kurdistanê dê govenda wê bigerînin û xweş bikin.
Ji xwe ev roj hatiye destnîşan kirin, çinku dikeve roja bîranîna koça dawî ya derhênerê Kurd ê herî bi nav û deng Yelmaz Gunêy ku berî 35 salan li Farensa koça dawî kir û mîrasekî mezin ji fîlmên sînema ji mirovahiyê bigiştî û ji bo Kurdan bitaybetî li pey xwe hişt, îro berhem û fîlmên Yelmaz bûne mîna dibistanekê ji sînemakarên Kurd re û bi dehan xortên Kurd rêka Yelamz dişopînin.
Konê Reş bicomerdî pêşwaziya min kir û min jî bi germî bixêrhatina wî kir, dema ji Gewîlan giham Duhok demjimêr 09:00 ê beyanî bû.
Li xwaringehê me taştiya xwe bi hejmarek xortên Bakurê Kurdistanê, ji Amedê re xwar. Xortên Amedê ev kes bûn, Siwar ê akter, Ardîn û Keremo yên derhêner, me suhbetek xweş bi hev re derbaskir.
me dema xwe hinekî li salaona mêvanxaneya Jîn bi şanda ARTAfm re ku ji Amûda Rojavayê Kurdistanê hatibûn, qedand, her carê hin kes dihatin silav li me dikirin.
Demjimêr 16:00 em bi rêka basan ku ji aliyê parêzgeha Duhokê ji bo gihandina mêhvanan hatibûn terxankirin çûn zankoya Duhokê li wir ahinga destpêkê birêve çû, ahing bi şêweyekî ciwan û şaristanî birêve çû, şêweyê birêvebirina ahingê û pêşwaziya mêhvana ji aliyê Komîta Amadekar, Parêzgarê Duhokê û Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêweyekî ciwan, şaristanî û pêşkeftî bû, û bû cihê dilxweşiya mêhvanan.
Li wir mirov rastî rojnamevan, nivîskar û hunermendên seranserî Kurdistanê dihat, wek nimûne ji Duhokê Hesen Silîvanî serokê Yekîtiya Nivîkarên Kurd – Şaxê Duhok, ji Amedê Ardîn û Keremo ku derhênerê fîlmên sînema ne, ji Hewramana Rojhilatê Kurdistanê Buhar Marûfî û ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo jî Taha Xelîl nivîskar, Mano Xelîl derhêner, Perî Ibrahîm mamosteyê zanko û derhêner ku ji Birîtanya hatibû her wiha hejmarek din ji kesayetî û kesên di nav civatê de naskirî. Ji bilî hunermend, rojnamevanên Ereb û Biyanî ji bêhtir ji 74 welatên cîhanê.
Piştî fîlmê destpêkê, ku bi navê Kamyon bû, û çîroka keçeke Êzdî ku ji Şengalê piştî cînosaydê direve, û bi rêka Kamyonek kesekî ji Îranê berê xwe dide Tehran, bi mebesta ku mêrê xwe bibîne, mere ku berî kareseta cînosaydê çûbû da ku li Tehranê kar bike, lê mixabin merê xwe nabîne û çîroka windakirina wê jinê wek bi dehan jinên Şengalê berdewam dimîne.
Piştî rêwresmên destpêkirina festivalê li Zankoya Duhokê bidawî bûn, ji bo nanxwarina êvarê em vegeriyan mêvanxaneya Jiyan.
Li mêvanxaneya Jiyan a pêncstêrik hemû mêhvanan li ber dengê hunermend û stranên Kurdî ji seranserî Kurdistanê xwarin û vexwarin.
Stranên Hewraman, Botan, Amed, Efrîn, Duhok, Silêmanî, Kerkûk û Qamişlo li pey hev dihatin gotin, û li ber dengê stran û mûzîka resen govendê destpêkir.
Hemû Kurdan destê hevdu girtibûn şahî û sema dikirin, dema hemû Kurdan di govendekê de dîlan kirin bi hemû reng û dengên xwe, hevalên wan jî ku ji dehan welatên cîhanê hatibûn, beşdarî govendê bûn û wan jî xwe bi Kurdan re li ber dengê mozîkê dihejand.
Di wê govendê de min Kurdistan bi hemû ciwaniya wê dît, Kurdistana ku hemû Kurd û Kurdistanî têde bi yek govendê tevdigerin û dilivin, ew Kurdistana ku dê bibe evîna her kurdsitaniyekî, her dost û hevalekî, her mirovhez û azadîxwazekî.
Êvareke mirovî, hunerî û Kurdistanî bû, jê bêhina huner, nivîs û azadiyê difûriya û ber bi lûtkeyên çiya û piştre jî ber bi ezmanê heftan de hildikişiya.
Duhok 11.09.2019z

Rojnameya Kurdsitan162, 01.12.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…