Tirkiyê dewleta terorê ye

Idrîs Hiso

Roja 27.09.2019 li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, Hunermendê Kurd Dodan konsêrtek lidarxistibû, dema ku Dodan xwestiye strana (EY DILBERÊ) bêje, polîsan mikrofon ji destê wî girtine û ji wî re gotine: “Stran bi Kurdî li Êlihê qedexe ye.” Û ne hiştine ku Dodan strana xwe bi dawî bike.
Roja 24.09.2019 serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di 74emîn civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, xwedê giravî berevaniyê di ber mafê gelê Felestînê de dike û dibêje Cihû sitemkariyê li Erebên Felestînê dikin û dibêje, Israîl bi dagîrkirina erdê Erebên Felestînê dewleta xwe fireh û mezintir dike û daxwaza çareseriyê di navbera Felestîn û Israîl de dike.

Tirkiyê xwe wek dewletek parêzvanên bindestan dide nasîn, lê ew bi xwe dewletek dagîrker, teror û xwînmija mirova ye.
Tevî ku kêşeya di navbera Israîl û Felestîn de çare nebûye, û piroseya çareseriya wê berdewame, herwiha cihê mixabiniyê ku her demekê şerek di navbera wan de derdikeve gelek mirov dibin qurbanî, lê li Israîl ziman û çanda Erebî ne qedexeye û ti carî polîsekî Israîl mikrofon ji destê Erebekî nagire ji ber ku bi Erebî stranek gotiye.
Israîl danpêdanê bi Felestîn dike, lê kêşeya wan li ser sînor e, ka wê heta kîjan deverê sînorê Ereban be û heta kîjan deverê sînorê Israîl be.
Lê Tirkiyê Erdogan û welatê xwe danpêdanê jî bi hebûna Kurdistanê nakin, ji xwe gotina Kurdistanê li Tirkiyê qedexe ye, mafê Kurdan nîne ku bi zimanê xwe fêrbibin, mafê Kurdan nîne ku ol û ayina xwe bi Kurdî bikin, Tirkiyê heta bi navên Kurdî qedexe dike, Tirkiyê nasnavên Kurdî li Bakurê Kurdsitanê nehiştiye, wate Tirkiyê navê mirovan diguhere bo tirkî, û riftarê wî polîsê ku mikrofon ji destê Dodan girt û nehişt ku strana Kurdî bêje, riftarê rêjîm û idyolojiya dewleta Tirkiyê ye ku li ser bingeha tinekirina miletên ne tirk û qirkirina wan hatiye avêtin.
Mirov dikare bêje heger welatek li ser çemên xwînê û li ser bingeha terorkirina miletên ne tirk hebe, wê ew welat Tirkiyê be.
Heta ku rêjîm û îdyolojiya dewleta Tirkiyê bi vî şêweyî berdewam bike wê teror ji dinyayê tine nebe, ji ber Tirkiyê dê û bavê terorê ye.
Di vir de ez jî ji Neteweyên Yeybûyî dipirsim, çawa kujerê zarokan, dagîrkerê darên zeytûnê, firoşkarê miletê Sûriyê, dagîrkerê Kurdistanê, nûnerê welatê ku dixwaze bi cînosaydan Kurdan ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdsitanê lê belê li seranserî cîhanê qirbike û derewçînekî mezin dikare li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derfetê werbigre û bi azadî biaxive, cihê yên wek wî gerek di qefesa tometbaran de ba û li pêşiya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bihata hikim kirin, lê mixabin rola Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku kuştina miletên bindest li ser destê tawanbarên wek Erdogan rewa û asayî bike…mixabin.
30.09.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…