Hilbijartina mîrekî din bo Êzdiyan di berjewndiya kê de ye?

Idrîs Hiso

Roja 4 Tebaxê 2019 û bi tenê piştî rojekê ji pêncemîn salvegera cînosayda Êzidiyan li Şingalê, û piştî ku di Roja 28ê Hezîrana borî û di merasimeke gewre de li perestgeha Laleşê, ku pîroztirîn perestgeha Kurdan li tevahiya cîhanê ye, mîr Hazim Tehsîn Beg ji aliyê Civata Rûhanî ya Êzidiyan ve û bi rêkeftina malbata mîran, weke mîrê nû yê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê hat hilbijartin. Mîrê nû yê Êzidiyan piştî derbasbûna şeş mehan di ser koça dawî ya mîr Tehsîn Beg, hat destnîşan kirin. li mezargeha Şibêl Qasim, 30 kes ji Êzidiyan civiyan û kesek bi navê Nayîf Dawûd Silêman Beg weke mîrê Êzdiyan destnîşan kirin.

Ji xwe piştî koça dawî ya mîr Tehsîn hin nakokî di nav malbata mîr de û di nav civata êzidiyan derketibûn holê û ev yek jî normale ji bo qonaxekî veguhêz, bitaybet heger mirov cînosayida ku li dijî Êzdiyan bi destê DAIŞê bû û kemkurtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahî tevgera Kurdî,Kurdistanî û hikûmeta fedral a Îraqî berbiçav bigre.
Piştî cînosayda li dijî Êzdiyan nakokiyên di nav civata Êzidiyan de kûrtir bûn û dengên cihêwaz derketin holê ku bi nerîn û şiroveyên cihêwaz li pirsgirêka Êzidiyan û Êzdîxanê dinerin. mertirsîdartirîn nerîn û rewt ew e ku dibêje Êzidî neteweyek bi serê xwe ne û ne beşek ji neteweya kurd û gelê Kurdistanê ne û dibêjin Êzdîxan welatekî ji Kurdistanê cuda ye, ev rewt jî piştevaniyê ji hin hêzên siyasî Îraqî û Kurdistanî bibîne.
Di nav van nakokiyan re hêzên siyasî û leşkerî yên cihêwaz jî xwestin cihê piyên xwe li Şingalê bibînin û Şingalê bi cihê xwe yê hestiyar û girîng, di hesabatên xwe yên leşkerî û abûrî û siyasî de bikarbînin, û gelek caran li ser hesabê Êzidiyan bi xwe, tiştê ku bala mirov dikşîne ku hin ji Êzidîiyan bi xwe jî di pêkanîna armancên wan aliyên siyasî û leşkerî de beşdarbin tevî ku bêhtirê wan hêzan ne ji bo berjewendiyên êzidiyan û çaresekirina pirsgirêk û dermankirina birînên wan dixebitin.!
Di nav Kurdan de, keltûrê êzdayetiyê xweş tê dîtin tevî nakokiyên kûr, lê mana Êzidiyan bi mîrekî li ser serê civata Êzdî, tevî ku bi şêweyekî simbolîke jî, lê ew yek wêneya yekîtiya gelê kurd bû û çanda hevgirtinê û hebûna mîrekî ango kasayetiyekê ku kurd derbarê wê yek bin û desthilata wî qebûl bikin, çi ew mîr bidilê wan be an jî heger ne bidilê beşekî ji wan be.
Destnîşankirina mîrekî û alîkarên wî bo Êzidî û Êzdîxanê, Simbola birêvebirina civat û gelê Kurd e, lê ew alî û hêzên ku mîrekî din ji bo Êzidiyan destnîşan dikin dizanin derbeya xwe li ku didin û nirxê mîrîtî û nirxê simbolî ji vê piroseyê re baş dizanin, wan dubendî di hemû warên civat û jiyana Kurdan de çand, bi tenê meseleya mirê Êzidiyan mabû bi koça dawî ya mîr Tehsîn derfet ji xwe re dîtin ku vê yekê jî bikin û dubendiyê di nav Êzdiyan de jî kûrtir bikin.
Guhdan bi Êzdiyan û jinûve avakirina deverên Êzdîxanê ezmûneke li berdem Hikûmeta Kurdistanê tevî astengiyên ku ji aliyê welatên herêmî û hikûmeta Iraqa fedral, lê ezmûna herî mezin ew e ku nerîna civata Kurdistanî li Êzdayetî û Êzdiyan were guhertin û Êzdayetî û Êzdî mîna rsenetiya kesayetiya Kurd were qebûl kirin, herwiha perestgeh û nirxên êzdayetiyê bibin nirx û buhayên tevahî civata Kurdsitanî û bi taybet di nav Kurdên ku ola islamê bo xwe hilbijartine.
Serkeftina Kurdistanê bi serkeftin û azadiya Êzdîxanê ye, ev yek bi du bendî û kûrkirina nakokiyan nayê ara. Ev jî berpirsiyaretiya her take kurdekekî û kurdistaniyekî ye, divê li ser wê yekê karên baş were kirin ku hemû kurd pîvana kurdperwerî û kesayetiya xwe ya neteweyî, çandî û niştimanî bi qebûl kirin û rêzlêgirtina êzdayetî û nirxên êzdayetiyê were kirin.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…