Qado Şêrîn
Gelek cudahî di navbera Pdk û Pyd de hene, belkû zulm e mirov herdûyan li beramberî hevûdu deyne.
Pdk li başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de bi serket, lê ji bo rêkeftin û yekrêziyê biparêze, û hemû aliyan bi xwe re bike hevparê deshilatê, neh mehan rawestiya taku hikûmet hate ragihandin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Pyd, ya piştî vekişîna rêjîma Esed û radestkirina herêmên kurdî boyî Pyd, bû deshilat, rabû pêl li yekrêzî û berjewendiyên kurdan kir û çû bi Hesen Ebdilezîm yê nijadperest re rêkeftin çêkir.
Aniha îca Fransa ji bo yekrêziya kurdan destpêşxeriyek daye pêş, bi texmîna min ew jî bi ser nakeve, wek çilo rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bi ser neketin. Bi texmîna min wê Pyd gelek buhaneyan derxîne, daku destpêşxweriya Fransî beravêtî bike û bi ser nekeve. Nîşanên li hev hatin û rêkeftin û bi hev re jiyan peyda nebûne.
Vêga, zulm e mirov herdû partiyan, Pdk û Pyd li beramberî hevûdu deyne, ew yek bêwicdanî ye.
Tu zikêş bî, hewceya te bi destpêşxerî û rêkeftinan tune, daku bi birayên xwe re berjewendiyên gel û yekrêziyê biparêzî.
12/07/2019







Şîrove (0)