Pdk û Pyd, nabin wek hev

Qado Şêrîn

Gelek cudahî di navbera Pdk û Pyd de hene, belkû zulm e mirov herdûyan li beramberî hevûdu deyne.
Pdk li başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de bi serket, lê ji bo rêkeftin û yekrêziyê biparêze, û hemû aliyan bi xwe re bike hevparê deshilatê, neh mehan rawestiya taku hikûmet hate ragihandin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Pyd, ya piştî vekişîna rêjîma Esed û radestkirina herêmên kurdî boyî Pyd, bû deshilat, rabû pêl li yekrêzî û berjewendiyên kurdan kir û çû bi Hesen Ebdilezîm yê nijadperest re rêkeftin çêkir.

Di dûv re bang li Heysem Menaa kir, û kir serokê Encûmena Sûrya Demuqrat, dema Pyd fedralî li bakurê Sûriyê ragihand, Heysem Menaa li dij derket, rabû Heysem Menaa qewitand. Aniha bi ereban re, biratiya gelan diparêze û mirovekî hevalbendê Sedam Husên ku Husên Ezam e kiriye hevserokê Encûmena xwe, û li dûrî berjewendiyên kurdan bi ereban re rêkeftinan radighîne, û kurdan ji rêkeftinên parastina berjewendiyên kurdan dûr dixe. Pyd dezgehek bi navê Tev-Dem bi partiyên piçûk û bê bandor re ava kiriye, daku raya xwe li ser wan ferz bike  û bêje; ha va me bi partiyan re yekrêzî parastiye, lê yên din nayên ser rê. Di eynî demê de partiyên din yên wek wê nafikirin qedexe û piştguh dike, baregehên wan girtin û şewitandin, êrîşî ser xwepêşandan, şehîd, al û simbolên wan hate kirin, û serkirde sirgon kirin.
Aniha îca Fransa ji bo yekrêziya kurdan destpêşxeriyek daye pêş, bi texmîna min ew jî bi ser nakeve, wek çilo rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bi ser neketin. Bi texmîna min wê Pyd gelek buhaneyan derxîne, daku destpêşxweriya Fransî beravêtî bike û bi ser nekeve. Nîşanên li hev hatin û rêkeftin û bi hev re jiyan peyda nebûne.
Vêga, zulm e mirov herdû partiyan, Pdk û Pyd li beramberî hevûdu deyne, ew yek bêwicdanî ye.
Tu zikêş bî, hewceya te bi destpêşxerî û rêkeftinan tune, daku bi birayên xwe re berjewendiyên gel û yekrêziyê biparêzî.
12/07/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…