Konê Reş û BERIYA MÊRDÎNÊ (Romana Heyamên Berê)

Ali
Kut*


 

 Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û
xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê
gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav
lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li
gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk ê edebîyatê diafirîne. Ango, awê
vegotinê ye. Ev pirtûk (roman) jî vegotina wî ye.

 Bi awireke sivik, bi rehetî meriv dikane vê
romanê fena yeke jînenîgarî bi nav bike û binirxîne. Lê bi bawerîya min, ev
sînorên wê teng dike û hinekî jî neheqî li nivîskêr dike. Çima gelo? Lewra, ev
roman ji dusedûheftê rûpelî pêk tê û zêdetirê van rûpelan jî, dîroka berya
Mêrdînê û ya xelkê wê vedibêje. Ango bi van xisletên xwe, bêtir romaneke dîrokî
ye. Bi raya min, ji du hêla ve divê meriv li ser vê romanê hûr bibe û welê bi
nav bike.

 Bê guman hêleke wê î jînenîgarî heye, lewra,
ku Konê Reş qehremanê sereke ê romanê ye. Fena nerevanekî, bûyer, çîrok,
metelok, stran li gor jîyana wî û salên ku derbas kirine rêz dibin û ji teref
wî bi xwe ve hatine vegotin. Li vir, sînorek jî heye ku bi malbat, gund û
derdorê wî ya nêzîk ve girêdayî ye. Bê şik vegotineke welê jînenîgarî ye.

 Hêla dîrokî: Ji xwe ji sernavê wê
(Romana Heyamên Berê) em serwext dibin ku behsa dîrokekê jî di vê romanê de
dibe. Heyamê ku tê vegotin çendî bi yê qerekterê sereke ve girêdayî be jî,
dîsan sinor û çarçoveyeke ferehtir û gelemper dihundirîne. Bi qandî sedûpêncî
salan berya dema wî paşde vedigere. Eger ne ji vegotina qehremên ve ba, me ê
eviya rasterast weke dîrokekê qebûl bikira. 

 

 Bivênevê şiroveya me ê li wê hêlê be ku, dîrok
ne edebîyat e. Dîrok fakta ye û bi vê xisletê sînorkirî ye. Çi edebîyat e
vegotineke fiktîv, ango lihevanîn e û bêguman dikane rasterast beşan ji dîrokê
jî bihundirîne. Di vê romanê de jî em vê dibînin. Fena xeta trênê, ya di
nawbêna Stembol û Bexdê de, an peymana Sykes –Picot, an jî danîna mayînan di
nawbêna serxet û binxetê de. Serhildana Şêx Seîd û ya Agirî. Ev beş bi nav û
dîroka xwe fena fragmentên dîrokî hatine neqilkirin. Ez bi xwe tu qelsîyê di
karhanîna dîrokê (bi vî rengî) de qet nabînim, bilekis ev çîrokê bêtir xurt û
pêbawer dike. Çendî em bixwazîn bi rengekî gelemper û qaîdeyên edebî berhemekê
şirove bikin, dîsan hêleke wê î şexsî heye. Lewra, ku mişterî xwînêr e. Qîmet û
buhayê esasî jî li ba wî/wê bi xwe ye.

 Ev bû sîh û heft sal ku li xerîbiyê me û qet
venegeryame welatê xwe. Lê hê jî di xewn û xeyalên xwe de li çol û çolbirên
berîka Mêrdînê baz didim, li gasîn û kuçeyên Nisêbînê dilezînim, li Xaba Dêrika
Çiyayê Mazî bêhna xwe berdidim, di çemê Dijlê de xwe hênik dikim, li ser cadeya
Evînê ya Qamişlokê piyase dikim. Ev dîmen û wêneyên welatê min qet ji bîra min
naçin. Gellek caran jî min hewl daye ku van wêneyan bi gotinan nexş û zindî
bikim. Mala Konê Reş ava, welatê min bêtir nêzîkî min kir. Em lawên welatekî
û heremekê ne. Jiyana me kêmzêde bi heman babetî derbas bûye. Ji çend xet,
sînor û qedexeyên dijminên me pê ve tiştekî me nehatiye guhertin. Ev pirtûk jî
çîroka me ye.


 Romana Heyamên Berê: Lehîyeke boş e li
berîka Mêrdînê. Hemî tişt daye ber xwe. Çîroka wî û ya malbata wî, çîroka me û
ya welatê me ye, ya ken û girîyê me, şîn û dawetên me ye. Bêguman heta dîroka
meriv nebe edebîyat û bi rengên edebî neyê vegotin, jiber jî nabe. Ev berhem jî
xizmeteke welê dike. Mejîyê me nuh dike. Meriv baştir xwe nas dike. Bi cih û
şûnwarên xwe, nav, mesele û serpêhatiyên xwe baştir serwext dibe. Çend tiştên
me yên mişterek ku hatine vegotin:

1-
Dibistan: bi heman rengî dijmin xwestiye me asîmle bike. Li jor (serxet) tirkî bû,
li jêr, (binxet) erebî bû. Li her du alîyan jî rêzgirtin ji alên wan re û
xwendina sirûdên wan î nîjadperest bûn.

2- Civaka kurd, jiyan, mezinbûn, listik:
bi berfirehî ev mijar hatine şirovekirin û vegotin..

3- Xeta sînor: bi danîna xeta sînor û
mayinan civaka kurd perçe bûye. Di van mijaran de behsa alozîyên vê rewşê tê
kirin. Qaçax û Qaçaxçî, şer, tirs û xofa vê rewşê hatiye vegotin..

 4- Radyo ya Yerevanê..

5- Gund, zaroktî, jiyan û kultur- Listik
stran û hwd

6- Kar, Paleyî..

7- Eyd..

8- Çerçî, sinetkarî..

9- Qereçî..

10- Mitirb û bê çawa kultur û dîroka me
diparastin..

11- Adetên kevnare, wekî ji bo zarokên
pêçekê..

12- Sinetkirin û Kirîvatî..

13- Şûnwarî..

14- Jin rola jinê, jinên navdar..

15- Nexweşî, nexweşîyên zarokan..

16- Stêrnasî..

17- Navdarên kurd, kurdperwerî..

18- Bûyerên girîng, wekî şewata Sînema
Amûdê..

Wekî van û gellek mijarên din di vê
romanê de hatine vegotin. Zimanê romanê, kurdîyeke resen, zengîn, xwezayî, xurt
û bi herk e. Di warê zimanê kurdî de ger ên wekî me xwedî buxçikek bin, Konê
Reş xwedîyê xwe û embarekê ye. Di vî warî de kesek nikane lingên xwe li ê wî
bide.

*Ali Kut; Serokê
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...