Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

Konê Reş

 

Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970),
ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi
min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala
Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û
Sîsebanê yek in û ew dîrokzane û ji xelkên herêmê ye..? Belê ji min bixwe re,
ne xerîb bû, çiko ev nav di ser min re derbas bibû. Ji biçûkanî ve li ber guhê
min ketibû ku Newala Bûnesra û Newala Sîsebanê yek in.

Ji bo teqezekirina vê yekê, min ji
çend kalemêran derdora xwe li Qamişlo û gundê xwe Doda pirsî, wan jî bê dudilî
ji min re gotin; navê Newala Bûnesra yê kevin Sîsebanê bû. Di sala 2008`an de jî,
dema ku ez çûm Nisêbînê, min ji hin kalemêrên eşîra Koçeka û Bûblana ku ev
herdu eşîr ji kevintirîn eşîrên derdora Nisêbînê ne pirsî, wan jî eynî bersvê
dane min.

  Û dem derbas bû.. Min ev mijar jibîr kir, ta
ku vê paşiyê di roja 12/4/2019`an de çûm Zankoya Zaxo ji bo imzekirina du
pirtûkên xwe di pêşangeha pirtûkan de. Di pêşangehê de çav bi pirtûka (Qewlê
Newala Sîsebanê
/2017), ji amadekirin û tîpguheztina mamoste Ahmed Demir
ketim. Piştî ku min ev pirtûka wî xwend, min dît ku ew jî dibêje Newala
Sîsebanê li welatê Ermenistanê di herêma Syûnîkê de ye.. Cardî min deng ji xwe
nanî.. Belê dema ku min di roja 25/6/2019an de, di Çandnameyê de li dor pirtûka
bi navê (Şerê Sîsebanê/2019) ya ku mamoste Zeynelabidin Zinar ji tîpên
erebî, guheztiye latînî û di nav Weşanxaneya Pencinar de li Stockholmê hatiye
weşandin xwend, min dît ku ew jî dibêje: “Her kes dibêje ”Newala Sîsebanê”
lê gelo ev newal li kurê ye? Bi erebî ji newalê re dibêjin ”wadî” Lê Sîseban
navê geliyekî şên e ku niha di nêv nexşeya Ermenistana îro de ye û nêzê sînorê
Ezerbêcanê ye”.

  Piştî ku ez serwextî naveroka van herdu
pirtûkan bûm ku, xwediyên wan dibêjin Newala Sîsebanê li Ermenstanê ye, careke
din min da ser şopa navê Newala Bûnesra yê kevin û ez bi telefonê bi hin
navdarên Nisêbînê re axifîm, ji wan hunermend Qasim Qoç ji eşîra Bûblana û mamoste
Kemalê Şêxmûsê Hemo (Aslan) ji eşîra Koçeka, wek ku min gotiye ev herdu eşîr ji
kevintirîn eşîrên dora Nisêbînê ne, herwiha min ji hin kalemêrn Omeriyan yên ku
li Qamişlo ne, navê Newala Bûnesra yê kevin pirsî, tevan ji min re got; navê Newala
Bûnesra yê kevin Sîsebanê ye. Hêjaye gotinê; mamoste Kemal Aslan di rêka
hunermendê Kurd Kasim Koç re, du wêneyên newala Bûnesra/ Sîsebanê, ku gundê
Şanîşê û Bawernê di wan de xuya ne ji min re şandin, spasiya herduyan dikim. 

 
 

Newala Bûnesra (Sîsebanê):
em dibêjin newal, hin dibêjin dol û dibêjin geliyê Sîsebanê (Bûnesra). Ev newal
ji Bakur ber bi Başûr ve, dor 18 km dirêj dibe. Ji serê Kaniya Ava Reş û Spî,
ta bi gundê Şanîşê û Bawernê dadikeve û jê pê ve di ber Gir Newas re derbasî
Nisêbîn û Qamişlo dibe. Ava herdu kaniyan, bi navê Çem Ceqceq di newalê
re diherike. Bareşî newalê Çiyayê Bagokê an Tor Abdîn e û Rojavayî newalê
Çiyayê Omerya ye. Newala Sîsebanê newalek bi xêr û bêr e, bi dar û ber û şînahî
ye, gelek cûreyên darên fêkî têde têne çandin.. Gelek şikeft û şûnwarên kevin li
derdorê hene û kelehek bi navê Kelha Bûnesra li kêlekê ye.

Navê Sîsebanê; Navekî kurdî yê orjînal e. Ji
ber ku newal ji Bakur ber bi Başûr ve dirêj dibe, her dem sî li ser banê wê ye;
dema ku rok ji Rojhilat ve derdikeve û dema ku rok diçe ava.. Ji ber vê yekê
navê Sîsebanê lê hatiye kirin, anku newala ku her dem sî li ser banê wê ye. 

 
 

 
Li gor dîroka misilmana, dema ku Omer kurê Xetab, Eyaz Kurê Xenem
serleşkerekî misilmana şandiye herêmê û wî bi darê zorê xelkên bajarê Nisêbînê
kirine Misilman, wê hingê jî, gelek ji xelkên herêmê (Êzidî, Xirîstiyan û Cihû),
yên ku ji hezarê salan ve, nişteciyên Çiyayê Omeriya, Tor Abdîn û Geliyê
Sîsebanê bûn, razî nebûne ku bibin Misilman.. Evên ku dîroknivîsên Ereban ji
wan re dibêjin (Mecûsî). Wan Mecûsiyan liberxwe dane û di gelek şeran de biserketine
û nebûne misilman..

 
Di baweriya min de vê paşiyê, piştî dor 300-400 salî, di heyamê dewleta
Dostekî de, dema ku Farqîn paytexta wan bû û misilmantî belav dikirin, melek Elî
birayê xwe Ebû Nasir şandiye ser xelkên Newala Sîsebanê ji Êzidî, Xirîstiyan û
Cihûyan ku ji wan re Mecûsî digotin, ew şikenandine, gelek ji wan kirine misilman
û desthilatiya xwe di geliyê Sîsebanê de belav kirine. Di encam de navê Ebû
Nesra li şûna navê Sîsebanê hatibe danîn û bi demê re, ji wê newalê re hatiye
gotin Newala Bûnesra, li ser navê Ebû Nasir.. Vê paşiyê jî, Feqeyê
Teyran pesnê mêraniya misilmanên dewleta Dostekî di vî şerî de bi navê (Qewlê
Newala Sîsebanê
) daye.. Ev şerê ku misilmanan di newla Sîsebanê de şerê Mecûsiyên
xelkên newalê ji Êzidê, Xiristyan û Cihûyan kiriye.. Hêja ye gotinê ku ta roja
îro Çiyayê Tor Abdîn û Omeriya bi navê eşîr û gundên Pîrên Êzidiyan û dêrên
Xirîstiyanan dagirtiye û Dêra Mar Yaqûb li Nisêbînê ji kevintirîn dêrên
Rojhilata Navîn e.. Herwiha tê gotin ku Êzidiyên herêmê li hember wê
dagîrkirina misilmana wiha gotine: “Newala Sîsebanê, Mezra geliyê Pîra, warê bav û bapîra, bi me xweş nayê
dengê Mela û Kizîra..

Xweş e, tevî salên dirêj, xelkên
herêmê navê wê yê kevin (Newala Sîsebanê) jibîr nekirine.

Dawî dibêjim; Newala Sîsebanê li
Nisêbînê ye, ne li Botan û Newala Benatê ye û ne li Errana Diwînê û Ezerbêcana
Ermenistanê ye. Newala Sîsebanê, Newala Bûnesra bixwe ye, bajarê pê ve girêdayî,
bajarê Nisêbînê ye û yê ku bawer neke, dikare ji kelemêrên bajarê Nisêbînê
bipirse.

 

Konê Reş/ Qamişlo 02/07/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…