Di Roja Reş de, çotkarên Kurd dipirsin: Ma çi di tûrikê we de heye

Idrîs Hiso

Piştî ku hemû amdekarî ji bo peydabûna zemînê ji bo cihbicihkirina pirojeya şovînî û nijadperist hatin kirin, di 24.06.1974 de dest bi cihbicihkkrina pirojeya ZINARA EREBÎ li seranserî Rojava Kurdsitanê hat kirin.
Armanc ji pirojeyê ew bû ku guhertinek dîmografî li Rojavayê Kurdistanê bikin û Kurdan bikin kemîne li welatê wan.

Bêhtir ji 40 gundî di kezeba Rojavayê Kurdistanê wek penceşêrê çandin, roj bi roj wê pênceşêrê xwe li nav hemû laşê Rojavayê Kurdistanê veda. Ereb bûn xwedan milk û saman û bi sedhezaran Kurd man bê zevî, cot û man bê gund.
Li bajarên mezin bûn karkirên xwaringeh û kargehên xwedanên cihbicihkirina wê pirojeya şovînî û nijadperist.
Pêngavên berî cihbicihkirina pirojeyê ji bo her kesî diyarin: Desteserkirina zeviyan, kişandina nasnameyê ji welatiyên Kurd, girtina deriyê her karekî li pêşiya welatiyê Kurd û çandina tirsê di dil û çavên wî de bi armanca ku Kurd dest ji warên xwe berdin, an biçin dervî welat an jî berê xwe bidin bajarên mezin mîna Şam, Heleb û Himsê û li wir mîna penaberan bijîn. Ji bo dûrî keltûr, ziman û devera xwe bikievin û piştî çend salan bibin Ereb.
Bi vî şêweyî pilana desthilata Bassiyan birêve çû. Lê mixabin hêşta berdewam e, di dema ku hin aliyên xwedêgiravî Kurdin bûne desthilat piştî kirîza Sûriyê, bêyî ku ti pilanek jibo çareserkirina vê pirojeya awarte ku bi serê cografî û mirovê Kurd ve anîn, ne li warê piraktîk û ne di edebiyatê aliyê ku niha desthilate li Rojavayê Kurdistanê de hebe.
Aliyê ku xwe wek opozisyon dide diyar kirin jî ti pilanekî diyar û zelal li cem nîne ji bo ku di paşerojê de cotyarê kurd were insaf kirin.
Dema tê gotin ku divê zevî li xwediyên xwe vegerin, cotyarê Kurd ku ev serê zêdetir ji 60 salî ye ji xaka welatê pêpare ji xwe dipirse aya heger ev zevî vegerin jî em dê dîas bê par bimînin?
Mala me 60 salî li Gundê Torliyasê ma, 1250 donim ji baştirîn zevî ji gundê desteserkirn û dan Ereban, û heta niha jî û piştî derbasbûna 8 salan ji kirîza Sûriyê, ti hêviya me nîne ku em creke din li gundê xwe bibin xwedî parçeyek zevî, û hîna jî xelkên gundê min kiriya çandinya zeviyên xwe didin Erebên ku ew erd dagîr kirine!!
Ne aliyê desthilat dide diyar kirin ku wê me insaf bike, û ne dihêle xelkên gund zeviyên xwe vegerînin. Ji xwe nerîtî û çanda gundîtî ya kurdewarî jî dibêje malbata li gund bê milk û zevî be ne ji gund e, an jî ne ji mafê wan e bibin xwedî milk!.
Gora bapîrê min li ser lûtkeya girê gund e, lê em ne xwediyê gundin ji ber heta roja îro jî em bê (milkin).
Ez binavê cotkarên kurd ji tevgera kurdî diprsim, ji bo me gundî û cotkarên ku bi dehên salan bê zevî û milkin çi di tûrikê we de hey.
Em daxwaz dikin ku bi herî kêm me jî wek Erebên Xemir hesab bikin û 60 salî me bikin xwediyên van zeviyan û piştre em dê ji qîm û reza xwe zevî li xwediyan vegerînin ne wek Ereban ku bi ser heqê me ve îro çavsoriyan jî li me dikin û çekên desthilata xwedê giravî Kurdî ye li ser milê wan e.
24.06.2019 Hewlêr
Malpera Kurdistana24 25.06.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…