Çîroka Gurê Manco

Konê Reş

  Gurê Manco; ev gotin ji salên 1256-1260 ve, di nav gelê herêma me de belav bûye. Ew salên ku Manco Xan û birayê xwe Holako Xan hatine nav cîhana Islamî, xelîfeyê Abbasiyan yê dawî (Mustaasem) li Bexdayê kuştine û jê hatine welatê me Kurdistanê. Xuya ye hingî Manco Xan serdariya hêrêma me dikir. (Herêma me: Mêrdîn û Beriya Mêrdînê ye. Ji ber ku ev gotin bêtir di nav folklore me de bi xurtî tê gotin..); Leşkerên wî postên guran li xwe dikirin û zulm û zorek bêpîvan li xelkên herêmê dikir.. Xelkên herêmê ji ber zulm û êşkenceya wî, ji leşkerên Manco Xan re gotin; Gurên Manco û ji yek neferî re Gurê Manco gotin.

  Di nav sal û dewranan re, ev gotin ji bo tirsandina zarokan hat gotin; Gurê Manco zarokan didize û ji xwe re dibe û wan dixwe.. Nexasim dema zarok ranedizan, dayikên wan, ew bi tirsandina ji Gurê Manco di xew re dibirin. Hem jî bi tirsandina ku zarok bi şev û bi tena xwe ji mal dernekevin, neçin bi çolan de û şevder nemînidin, ew bi Gurê Manco ditirsandin. Ji wê hingê ve, ev gotin ketiye nav folklore Kurdî de li Beriya Mêrdînê û derdora Mêrdînê. Bêguman, ez jî di zaroktiya xwe de bi navê Gurê Manco hatime tirsandin û ji tirsa navê wî re ketime xewê de. Dawî dibêjim ku, ev gotin xweş nîşane ji kevinbûna me re di Beriya Mêrdînê de, anku em ji berî 760 salî ve di cih û warên xwe de dijîn, vajî wan kesên ku dibêjin hûn doh hatine..!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…