Di 121 saliya rojnamegeriya Kurdî de, rojnameya Hêvî:

 Konê Reş

 Rojnameya Hêvî, rojnameyeke xwendekaranî serbixwe bû. Wiha li ser bega hejmara (1)ê di Tebaxa sala 1993`an de hatiye nivîsandin. Ev rojname ji rex ji qutabiyên zanîngeha Şam û Helebê ve, bi zimanên Kurdî û Erebî dihat weşandin. Hejmara dawî (6-7), di yek hejmarê de, sala 1994`an hatine çap û belav kirin û paşê hatiye rawestandin.
Rojnameya Hêvî bi vê gotina Barzaniyê nemir dihat xemilandin: “Li hemî şoreş û serhildanan, xwendekar serê rimê ne”.  Û bi wêneyê Ehmedê Xanî û van herdû firdikan ji helbestek wî dihat neqişandin: Şûrê himeta me bête danîn…. Qedrê qelema me bête zanîn.

 Xwediyê wê Behzad Resul bû, ew di sala 2002 an de çûye ber dilovaniya Xwedê.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…