
Cankurd
Îro kak Nizar Yosif libek ji va dîwaana xwe ya xweşik û hêja wekî diyarî bo min hinart, û min ji xwe re histobarî dît, ku ez li ser wê çend peyvan lêbikim.
Di serî de, ez dibêjim: Pîroz be ev xebata te ya helbestvanî, ji ber ku bi vê yekê tu pirtûkxaneya ziman û helbestvaniya kurdî maldartir dikî.
Ya dî ewe, ku ez ji dil de xebata Dr. Beşar Moustefa wekî karekî bê wekanî di nav karên rewşenbîrên Kurd de dibînim, ji ber ku ew bi keda xwe ya kesanî van pirtûkê hêja di bin navê weşana Sersera de çap dike û belav dike, ji wan xebatan jî ev dîwana kak Nizar Yosif, ku bi çapeke baş derketiye.
Van helbestên balkêş di navbera 2009 û 2019 de hatine lêkirin û bêtirê wan li ser neteweya Kurd û mijarên wê ne, parekî piçûk jî ji wan li ser evînê ye.
Ez naxwazim di vir de tiştekî ji van helbestan bidim belavkirin, da xwendevanê helbesthez bi xwe pirtûkê bistîne û bixwîne.
Destên te sax bin dostê hêja Nizar Yosif û gelek supas kak Dr. Beshar Moustefa, mala we herduwan ava be.
06 نيسان، 2019
kurdaxi@live.com


Şîrove (0)