Konê Reş(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pê re berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û derdan, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)
Yelmaz Guney
Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin? Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir..
Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983`an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983`an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûredîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî. Ew di 9`ê Êlûna 1984`an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
Ma nehêja ye ku em wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?
Qamişlo, 01.04.2016

Şîrove (0)