Li mezarê nemiran…em hatine fêrî xweneçimandinê bibin

 Idrîs Hiso

Tevî ba û baranê, rê û rêwanî li ser mezarê nemiran tinebû. Rê metirsîdar, keş û hewayekî sar lê dilên mêhvanên mezarê nemiran gerim bû.
Bi boneya 116 emîn salvegera jidayikbûna Barzanî yê nemir, karmendên Dezgeha Xêrxwazî Barzanî hatin vexwendin bo serdana mezarê nemiran li gundê Barzan. Ji ber ku ez jî bi xwebexşî rêvebirê Sentera Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî û Civakî – Gewîlan im ku ew jî ser bi Dezgeha Xêrxwazî Barzanî ve ye, ez jî di nav şanda dezgehê de bûm.

Baran bi xurtî dibare, destê sibehê zû ez ji xewê şiyar bûm, ji Gewîlan ta bi Akrê geh baye geh baran e, îsal baran bê sînor dibare û bariyaye, rê di navbera Gewîlan, Berdereş û Roviya de gelek xirab bûye, ji ber barana boş û pir li gelek cihan rê têkçûne.
Li Akrê em gihştin hev, hejmarek xort û keç, ji Rojava û Başûrî Kurdistan bi Refekê – Van- me berê xwe da Barzan, em ji Akrê derketin, derneketin û hinde hinde em bi ezmanan ve hilkişiyan, em gihştin bajarokê Dînarte, Dînarte li pala çiyê xwe dirêj kiriye û bi malên xwe yê yek qat û şeqam û kolanên xwe yên serbijor di nav giha û gulên Adarê de hatiye xemiland.
 
Ev yekemîn care ku ez di vê rêyê re diçim Barzan, ji xwe ev duyemîn care ez diçim Barzan, cara pêşî berî şeş saln bû bi rêya Hamlton em ji Hewlêrê derketin ber bi gundê Barzan ve.
Min deverên li ser vê rêyê nedîtine û nasnakim, bi tenê hin navan dibînim ku berî niha min di pirtûkan de xwendine.
Baran boş dibare, vana me jî bi ezman ve hildikişe, li hin cihan rê bi tenê li ser zinarekî di dilê çiyê de xwe girtiye, min digot niha em dê ji vî ezmanî werin xwarê. Hevalên min bi min dikeniyan, bi taybet xortên ji Akrê, digotin hin rê hene ji vê qurstirin.
Vana me li ser lûtkeya çiyayê Bêris e, wek ku hevkarekî me ji Akrê got. Li jora çiyê berfe, li nava çiyê mij û barane, kulîkên hin daran vebûne, rengê gulan sipî ye, min hest dikir ku ez di hindirê fîlemkî li gundawarên Amerîkayê de me, sirûştek bê hemba, berî niha çavên min li ti deverekê tabloyek xwedawendî ku têde kanî, dar, giha, gul, berf û baran bi hevre evîndarin nedîtiye.
Ji lûtkeya çiyayê Bêris ku em bi rêyek mîna marekî ku xwe li xwe gerandiye gihştibûnê, niha em dê xwe berdin xwarê, hêdî hêdî me Bêris li pişt xwe hişt û ber bi deştekê ve daketin.
Havkarên me gotin, niha em dê bileztir birêkevin, em gihştin Bilê. Gundekî xweş, bi sedan dar, perçeyên biçûk ji zeviyên bi gul û giha xemilandî, şarezatirîn şêwekar li cîhanê nikare wêneyekê bi vê ciwaniyê ku bi dehan golik û çêlek di nav de têne dîtin nexşe bike.
Me çemê Zab ango Zeyê Gewre derbas kir, gotin em derbasî parêzgeha Hewlêrê bûn. Li Bilê em li yek ji senterên ser bi Dezgeha Xêrxwazî Barzanî rawestiyan, wek nerîtiya kurdan, ji me re ça hazir kiribûn, di wê sermê de perdaxek ça hêjaye beranekî, mîna go pêşiyên me gotine.
 
Min digot qey em dê wek şanda dezgehê bi tenê ji vir bi çin bo serdanê, lê li wêstgeha li Bilê di maweyê kêmtir ji nîv demjimêrê derbasnebû, min xelikine ji hemû rengan û zimanan dîtin.
Ereb, Ewropî, Kurd û pêkhateyên seranserî Kurdistanê, ji Iraqê hemû pêkhateyên olî û netewî li bilê gihştin hev.
Min got naxwe van hemû şandeyan li vir soz dane hev û dê ji vir berê xwe bidin mezar, bi karwanekî mezin ji otombêlan em bi rêketin, dema em gihştin Barzan, rê û rêwanî nebû, mirov ji hemû reng, ziman, ol û neteweyan li wir kom bibûn.
Dixwestin di roja jidayikbûna Barzanî Mustefa fatîheyê li ser giyanê wî bixwînin.
Baran û berf nebû rêgirî ku xelk werin li mezarê nemiran bibin mêhvan, di jiyana wî de û di gorê de jî hejar, serkirde, fermanber, jin, pîr û kal, mêr û zarok dibin mêhvanê nemir Barzanî Mustefa.
Min xwest ji wan bipirsim hûn çima tên serdana merazê nemiran, lê berî ez pirsê bikin, ji çav û zimanê mêhvanan bersiv hat: Em hatine wargehê mêrxasan da ku em fêrî xweragirî, serbestî, azadî û xweneçemandinê ji dijmin û zordaran re bibin.
Barzan 14.03.2019
Di malpera Kurdsitan24 de hatiye belavkirin 23.03.2019z  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…