Qamişlo.. Hêlîna Min!

Konê Reş

– 1 –
  Qamişlo, Hêlîna min! Pêwîste bilivim pêş, rê dirêje.. oxir dijwar û çetîne, çend qonax mane, pêwîste em wan jî derbas bikin, berî xilmaşî û razanê.. Qamişlo! Dergehên benderan qepitandîne û kilîtê nadin bê temen.. Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê..

Tu  bi tena xwe li ser pişta ba û babîsolkan siwar bûye û valabûnek kûr, pir kûr te bi rex xwe ve dikişîne, dişidîne û mîna dengekî dibîje; vegere cihê ku tu jê hatiye..
Qamişlo! Çax û demên min nînin ku ez bi gavên xwe, katijmêrên rojên te vegerînim, ji ber ku dem dibe wek çiyayan di navbera şahiya çûkên deryayê û şîn û xemgîniya gemiyan de..
– 2 –
  Qamişlo! Pêdivîbû, ku di vê biharê de min bi wan çend darên di hewşa xwe de govend û şahî bigeranda.. Ew darên ku ji nav daristanan revîyane, bi kul, êş û xemên xwe ve, xwe li hewşa min girtine.. Lê xuya ye her tişt xwe amade dike ji koçkirinê, pelpelûkên jiyana me di nav demsalan de dixindirin û tu pencere di dîwarê reşahîyê de xuya nakin ku kevokên berbangê di wan re bifirin û xwe li ser wan darên bejin bilind deynin.. Ew bejna ku şahî bi ser min de dibarand, koçkiriye..
– 3 –
  Qamişlo! Min xurcezîn û zengiwê pesin, li ser pişta hespê xwe, ber bi te ve şidandiye û tev şivîlek û xaçerê li ser çiya vekirine.. Bejna temen jî bi nalîne, mîna xurrîna baranê ye.. Her ku em dixazin barê xwe deynin, heyamekî ji tîbûnê bi ser me de derbas dibe û zihabûn şûrê xwe di dêmê me de tazî dike.. Çolistan jî her bi hewldane ku singên konê me rake, di nav rewrewkê de winda bike û nahêle ku em kirasê çiyayî li xwe kin û bi teyrên Baz, Başoke û Beraşeyan re ber bi reşewran ve bifirin..
– 4 –
  Qamişlo! Ez ê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û roja 12`ê vê adarê li ser dêmê te yê birîndar bineqişînim.. Bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîn bibile, berî ku kenê zarokan di kolanên te de biçilmise û di navtarên te de winda bibe.  Qamişlo! Gelo çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike wê roj here ava..?!
– 5 –
  Qamişlo! Çima berî ku em dergehên berbangê derbas bikin, nîvro di navtarên te de ji xwe re li siyekê û nanekî gerim digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reşahiya şevê bi giraniya xwe ve, xwe di sînga asmanê ronahîya me de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…