Qamişlo.. Hêlîna Min!

Konê Reş

– 1 –
  Qamişlo, Hêlîna min! Pêwîste bilivim pêş, rê dirêje.. oxir dijwar û çetîne, çend qonax mane, pêwîste em wan jî derbas bikin, berî xilmaşî û razanê.. Qamişlo! Dergehên benderan qepitandîne û kilîtê nadin bê temen.. Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê..

Tu  bi tena xwe li ser pişta ba û babîsolkan siwar bûye û valabûnek kûr, pir kûr te bi rex xwe ve dikişîne, dişidîne û mîna dengekî dibîje; vegere cihê ku tu jê hatiye..
Qamişlo! Çax û demên min nînin ku ez bi gavên xwe, katijmêrên rojên te vegerînim, ji ber ku dem dibe wek çiyayan di navbera şahiya çûkên deryayê û şîn û xemgîniya gemiyan de..
– 2 –
  Qamişlo! Pêdivîbû, ku di vê biharê de min bi wan çend darên di hewşa xwe de govend û şahî bigeranda.. Ew darên ku ji nav daristanan revîyane, bi kul, êş û xemên xwe ve, xwe li hewşa min girtine.. Lê xuya ye her tişt xwe amade dike ji koçkirinê, pelpelûkên jiyana me di nav demsalan de dixindirin û tu pencere di dîwarê reşahîyê de xuya nakin ku kevokên berbangê di wan re bifirin û xwe li ser wan darên bejin bilind deynin.. Ew bejna ku şahî bi ser min de dibarand, koçkiriye..
– 3 –
  Qamişlo! Min xurcezîn û zengiwê pesin, li ser pişta hespê xwe, ber bi te ve şidandiye û tev şivîlek û xaçerê li ser çiya vekirine.. Bejna temen jî bi nalîne, mîna xurrîna baranê ye.. Her ku em dixazin barê xwe deynin, heyamekî ji tîbûnê bi ser me de derbas dibe û zihabûn şûrê xwe di dêmê me de tazî dike.. Çolistan jî her bi hewldane ku singên konê me rake, di nav rewrewkê de winda bike û nahêle ku em kirasê çiyayî li xwe kin û bi teyrên Baz, Başoke û Beraşeyan re ber bi reşewran ve bifirin..
– 4 –
  Qamişlo! Ez ê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û roja 12`ê vê adarê li ser dêmê te yê birîndar bineqişînim.. Bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîn bibile, berî ku kenê zarokan di kolanên te de biçilmise û di navtarên te de winda bibe.  Qamişlo! Gelo çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike wê roj here ava..?!
– 5 –
  Qamişlo! Çima berî ku em dergehên berbangê derbas bikin, nîvro di navtarên te de ji xwe re li siyekê û nanekî gerim digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reşahiya şevê bi giraniya xwe ve, xwe di sînga asmanê ronahîya me de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…