Rizgarbûna Êzidîxan girêdayî azadiya tevahî Başûrî Kurdistan e

Idrîs Hiso

“Serjêkirina 50 jinên êzidî li Baxozê, berdewamiya cînosayda li dijî êzidiyan e”

Li Baxozê dawî wargehê Dewlet û Xîlafeta muslmanên DAIŞê, hat ragihandin ku termê hejmarek jinên Êzidî bê serî hatin dîtin.
Wê dîrok hovîtiya herî mezin di vê serdemê de qet jibîrneke, em dê zarokên xwe jî li ser van bîranînên tahil û bi azar perwerede bikin, çendî em bikin em heyfa xwe ji tawanbarên wisa nastînin.
Jinên kurdên êzidî kirin kole, destdirêjî li ser xwehên me kirin, divê em vê yekê jibîr nekin û tola wê bi hemû rengî bistînin.

Li Baxoz çekdarên DAIŞê ku bi hêvîbûn ji wir biçin behştê, lê li wan bû dojeh, çekdarên ku nedixwestin li ser destê jinek şervan werin kuştin, çinku li gorî wan çekdarê ku bi destê jinekê were kuştin naçe behştê. Lê bi destê jinan dîl hatin girtin.
Baxoz wê di bîra zarokê dewlet û xîlafeta muslmnan de bimîne sax û di bîra me de jî wê bimîne.
Dewleta Islamê ku hîn jî li hin deveran berdewam e, dê wek dewleta islamê li Baxozê bi serê wê bê.
Baxoza mezin li Tehran û Inqera ye. Baxoza mezin serokê wê ne Bexdadî ye, lê belê Erdogan û Xaminayî ye.
Piştî kuştina 50 jinên Êzidî bi ewqas hovîtî û wijdanê neteweyên yekbûyî hîn nehejiyaye û kiryarên terorîstên DAIŞê li dijî kurdên êzidî bi cînosayidê nedaye nasîn.
50 jinên ku bi hovîtî li ser destê DAIŞê hatin kuştin ne mezintre ji tawanên kirîn û firotina jin û zarokan û wek serdemên koletiyê, û li pêşiya çavê hemû cîhanê, ne mizintire ji kuştina bi hezaran kesên êzidî û veşartina wan di gorên bikom de.
Şingal û Êzdîxan xabûr û talankirîye, hikûmeta iraqî, Heşda Şeibî û hin hêzên din bazirganiyê bi pirsgirêka êzidiyan dikin.
Ev hemi bi sere êzidiyan ve hatiye û hîn jî hin mirov hene qaşo azadîxwazin, lê dibêjin xema me ne êzidîne, ev kêşeyek iraqî ye, û divê aliyên iraqî wê çareser bikin?!
Cînosayda bi serê kurdên êzidî hatiye guneh û sûcê hemû mirovahiyê ye û divê mirovahî vî gunehî bi çareserkirina pirsa kurdên êzidî ji ser milên xwe rake.
Birînên êzidiyan ne bi serxwebûna kurdistanê be û çareseriya pirsgirêka êzdîxanê û pirsgirêka netewe û ayinên deşta Nînewa di hindirê kurdistanek serbixwe de pêknayê.
Jibilî wê yekê di nerîna min de wê ne êzidî û ne pêkhateyên din ji tirsa cînosayidê rizgarnebin, rizgarî û xelasiya êzidî û pêkhateyên êzdîxanê di serxwebûna Başûrî Kurdistan de ye, Kurdistan bi sînorên xwe yê dîrokî ji Rebîaa ta bi qontera çiyayê Hemrîn.
Hewlêr 05.03.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…