BEDIRXANIYAN BI ŞÊWIR KOVAR Û ROJNAMEYÊN XWE DIWEŞANDIN

  Konê Reş

    Her ku ez Hawarê an Ronahiyê an Roja Nû dixwîn im û berpêl dikim, tiştina nû di nav rûpelên van kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan bi dûv xwede ji me re hiştine hiştine dibînim.
Vê carê, ez li Roja Nû vegeriyam û min ev gotarê li xwarê, ê mîr Celadet Bedirxan xwend. Di vê gotarê de xuya dike ku Bedirxaniyan bi şêwir kovar û rojnameyên xwe diweşandin û piştgiriya hev dikirin..û ku ti rojname berî rojnameya (Kurdistan) a ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîre diweşand, ne hatine weşandin…Hem jî ku Mîr Emîn Alî Bedirxan piştgirekî sereke bû ji birayê xwe Midhed Beg re dema ku wî rojnameya xwe Kurdistan li Misrê çap dikir…

 

    Û her wiha di derketina rojnameya Roja Nû de  mîr.Dr. Kamîran Bedirxan ji birayê xwe ê mezin mîr Celadet  û hin din dixwest ku ji rojnameya wî re binivîsîn. Û wiha di hejmara pêşîn de mîr Celadet gotarek bi navê ( Merhele) nivîsandiye, di hejmara dudiwan de Osman Sebrî gotarek bi nave( Sinc û Ol ) nivîsandiye û di hejmara sisyan( Duşemb, 17 Gulana 1943) de ji rojnameya Roja Nû careke din ev nivîsa mîr Celadet Bedirxan hatiye belav kirin.

 

    Belê di vê nivîsê de Mîr Celadet hin ji pêwendiyên bavê xwe Emîn Alî û mamê xwe Midhet Beg diyar kirine, dema ku mamê wî Midhet li Qahîrê rojnameya KURDUSAN çap û belav dikir, hem jî bersiva bavê xwe Emîn Alî ji mamê xwe Midhet Beg re, di nav vê nivîsa xwe de belav kiriye.

 

    Ji ber giringiya vê nivîsê û hatina 109 saliya roja Rojnamegeriya kurdî, min jî xwest ku ez çavên xwendevanên kurd, bi van gotinan kil bikim.

 

   Fermo, ev e nivîsa ku Mîr Celadet Bedirxan ji bi rayê xwe Dr. Kamîran re şandiye û di rojnameya Roja Nû hejmara 3 an de hatiye belavkirin: 

1898 – 1943
Roja Me A Nû

 

   Xwediyê Roja Nû ji min û ji hinên din, ji bo hejmara rojnama xwe a pêşîn nivîsarin xwesti bûn. Min jê re bendek nivîsand; lê beriya ko qala rojnamê bikim benda min gîhandin dawiyê û xistin rojnamê û jê re (Merhele) gotin.

   Herçî ez, dilê min hebû, çavên xwe li boriyê bigerînim û bîrekê bav û mamekî xwe, bi vê hencetê vejînim.
   Rojnama Kurdî a pêşîn berî 45 salan, yanî di sala 1898 an de, li Misrê belav bûye: Di wê salê de mamekî min Midhet beg di Qahîrê de bi zimanê kurdî rojnameyek derêxist: Kurdistan.
Kurdistan rojnama Kurdî a pêşîn e.
   Welê dixuye ko hingê, Midhet beg, ji birayê xwe ê mezin, Emîn Alî Beg, yê ko hingê li Stenbolê bû, nivîsan xwestî bûn. Emîn Alî beg ji birayê xwe ê kiçik re, di nav nivîsarine din de, teqrîzek jî rêkiribû, lê ne bi navê xwe, ji ber ko nikarîbû, lê belê bi navê(Lawê ş E. Fetah).
  Ev e teqrîza bavê min;

Pêrûz ji te re hezar cara
Ev deng e niho li nav yara
Mizgîniya vê cerîdeya qenc
şabaş bitin çiqa hebit genc
Ev şixlê mezin te kiriye bideet
Cara ewilî te kiriye him-met
Ev rehbera qenc te danî binyad
Kirmanc hemî te kirne irşad
Vê marîfetê tuca nehêle
Daim ji te re miîn resûl e.
Roja ko cerîde tête bajar
Her der dibitin mîsalê bazar
Çiqa hebitin li şehrî Ekrad
Qewlê xweşiya te kirne mitad
Rûhaniya bab û kal û ecdad
Pê vê hinerê te kir niho şad
Beybûniya dewleta te geş bit
Qasî tu hebî dilê te xweş bit.

Xwedê rehma xwe li wan û li hemî Kurdên ko, xêzek be jî, bi kurmancî nivîsandine bikit.

C. A. BEDIR XAN
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…