Simînar, Lêgervan seyda Heyder Omer

 Nizar Yosif
Ji nava çalakiyên revenda kurdî li bajar ê Reulingen girêdayî parêzgeha Stuttgart li Elmaniya ,di roja Şemî yê 07.07.2018an, demjimêr 17,00 simînarek bi navê ( Wêjeya Folklora kurdî),hat li darxistin, bi rêya lêgervan û nivîskar ê kurd yê hêja seyda Heyder Omer
Mamoste Heyder Omer giringiyê di de lêkolînên ramana netewî kurdistanî. Lewma ew Folklor dibîne awêneya( Neynik a) ku nasname û reseniya miletan tê re diyar di be.Naskirina miletan di Filklor ê wan de ye, divêt neyê lipaşxistin,ji ber ku bêguhdanî û paşxistin,lewazî û qelsbînê peyda dikin,di bin mercên dûrbînê ji nasnameya netewî.
Pir mîna yên dewlemend ji dîrokzan û Rohilatnas ên cîhanê yên ku li ser dîroka kurdan û dinava gelên kurd de jiyayên,ji guhdanan re anîn meydanê( Alksander Caba, Basîl Nîkîtîn, hwh). Bê guman bac a dîroknasên kurd jî ji bîra nekir weko  Mihemed Emîn Zekî, Dr.Ehmed Xelîl, Cemal Ehmed,,,,,hwh.
Lêkolîner Heyder Omer li ser van babetan û gelek mijarên ji nava wan tên der û bi wan ve girêdayî, ji amadevanan re şîrove kir in.Da ku em ji bîra nekin,bi zanistî û ezmonên xwe jî civat dewlemend kir.  
Gelek çîrokên balkêş û kevnar, yên ku di pirtûkên Olî de hatine, û yên ku di destan û çîrokên kurdî de derbasbûyîn û tên gotin danîn ber hev. Girêdan û wekhev ên wan,û coreyên cudabûnê di rûdawên wan de, bi çavkanî û kevnariyên dîroka gelên kurd ve bi awayek rewa û zelal dan xweya kirin:
Weko çîrokên Pêxember Xizir/Xidir,bi taybet dema Şap ê û avakirina Gemiya pêximber Nuh, di Incîl a kevin û nû û Quran ê de.Li pêşber wan jî,Olên kurdî yên ku bi sedên salan ji wan kevintir in, Zeredeştî û yezîdîtî, û di nava efsane û çîrokên kurdî yên divikî de jî.
Cejin a newrozê (destan a Kawa),guman pirin ku Farisan ji bûna miletiya xwe, vajî li hev anînê,û Key ê Med Ezdehak kirine wekî Ejdeha yê ku mejiyê du lawan rojane, jê re dikin derman.Bêbextiya ku xizm ê wî Harbak bi Farisan re lê dike.  
Kevneçîroka Mem ê Alaln û Sitî ya Zîn,û çawa ji paye bilind Ehmed ê Xanî re bî jêderek da ku destan a Mem û Zîn ê binivîsîne, û cudabûna di nava herdu destanan de.
Gelek xalên nîzîk û wekbûn ê di navbera, çîrok a Zembîl Firoş û çîroka pêximber Yûsiv de zelal kirin.
Kurdîtiya Ol a zerdeştî û çawa di nava kurdan de zû nehate pejirandin, lê Farisan bawerî pê anîn,kirin bindariya xwe de, li gorî mefayên xwe gelek guhertin di rûpelan de,çêkirin.           
Cawa Ol a Boza/ Bozî,dibin bandora Zerdeşt de tête der,,,,,.
Li dawiyê Simînarê çend pirs û bersiv jî hatin meydanê.
Ked û cefayên jinên kurdan,bi şêraniyan( Gato,Beqlawe,Kulîçe, Qehwe,,,,),bi dawî kirin.    

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…