xew bi hevre

Katrîn Mansfild:
werger ji ingilîzî bu erebî: Dey Rehmî, ji erebî bo kurdî: BrahîmMehmûd

Katrîn Mansfild” 1888- 1923 ” Nivîserek û helbestvanek e  ji Niyozîlenda ye, xwedî navekî berz edi nivîsiyê xwe de, ji nivîsiyên wê” Hêlîna kevokê “, ” Tiştek zarokî ” ,” Belgê helbestan “, ” Roman û romannivîs”…Hud. Ev helbest ji malpera ” Entolojiya ” hatiye veguhestin û wergerandin.

Dema em bi hevre razan… Çendîn  tu westyayî bû
Û çendîn odeya me germ bû…Û çendîn roniya sobê ya diherikî geş bû
Li ser dîwaran û zikê xanî û nivînê spî yê fireh!
Em axiftin bi dengê nizim
Weku zarok dikin,
Tu û ez
Her yek ji me kêliyekê diraze, û hişyar dibe û dibêje: ” ez bi carekê hestî xewê nabim, şêrînê min ..”
Ew berî hezar salî bû?
Ez di hembêza te de şiyr bûm- Tu di xewek giran de bû-
Min mameya berxan kir,
Bêdengî ji nav nivîna derketim ber bi pencerê ve çûm,
Kêliya tu razayî bûyî, min ew dîtin rêya xwe di nîvê berfê  de divekirin.
Li der ve
Keriyek ji ramanên lerizî perîşan
Li nig tirsê ku şivanê wan bû
Ku serme bû,
Serma ku derbasî dilê min bû û xwe lê girt !
Ji hezar salî…An ji duh ve,
Em bi hev re bûn
Gihandibûn hev di reşayê de, û razayî bûn ?
Çendîn  tu westyayî bû

النوم معاً – شعر: كاثرين مانسفيلد

حين نمنا معًا.. كم كنت متعبًا
وكم كانت دافئة غرفتنا.. وكم كان بديعًا ضوء المدفأة المنساب
على الحوائط والسقف والفراش الأبيض الرحيب!
تحدثنا همسًا
كما يفعل الأطفال،
أنت وأنا
كل منا للحظة يغفو، ثم ينتبه ويقول: “لا أشعر بالنعاس إطلاقًا، يا عزيزي” ..
هل كان ذلك منذ ألف عام؟
استيقظت بين ذراعيك – كنت غارقَا في النوم-
سمعت ضجة الخراف،
بهدوء تسللت من الفراش نحو النافذة،
بينما أنت نائمًا- رأيتهم يشقون طريقهم عبر الثلوج.
بالخارج
قطيع من الأفكار المرتعدة البائسة
بصحبة الخوف راعيهم
حيث البرد،
البرد الذي تسلل إلى قلبي فأغشاه!
منذ ألف عام.. أم بالأمس،
كنا معًا
ملتصقين في الظلام، ونائمين؟
كم كنت متعبًا
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…